EFRÎN - Çekdaran baca li ser cotkaran ji sedî 75 zêde kir
Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Mîrkanê yê nahiyeya Mabatayê ya Efrînê, çekdarên grûpa Emşat, bi rêjeya ji sedî 75 baca bi zorê ya li ser cotkarên gund zêde kir.
Dîmanên zeviyên darzeytûnan ên gundê Mîrkanê yê nahiyeya Mabatayê ya Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê hatin şandin.
Nivîskar û medyakarê serbixwe Îbrahîm Îbrahîm ê xelkê Mabatayê ji Rûdawê re got baca zorane wekî çekekê ji bo valakirina Efrînê ji Kurdan tê bikaranîn
Îbrahîm Îbrahîm diyar kir ku îsal 3.5 dolar bac li ser her dar zeytûnekê hatiye sepandin.
Sala borî, 2 dolar bac li ser her darzeytûnekê hatibûn sepandin.
Wate bi rêjeya ji zedî 75 bac li ser darzeytûnan zêde bûye.
Gundê Mîrkanê yê nahiyeya Mabatayê ku bi navê gundê Hisê û Hemtato jî tê naskirin, li bakurê rojavayê bajarê Efrînê dikeve.
Ew ji nêzî 350 malî pêk tê û hejmara nişteciyên wê nêzîkî 3000 kesî bûye.
Ji dema dagîrkirina herêma Efrînê ve, ew li jêr kontrola grûpa Emşatê ye.