Erdogan û Serokê Hemasê bi têlefonê axivîn

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye bi têlefonê axivîn.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê da hat diyarkirin, Erdogan û Serokê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniyye bi têlefonê axivîn.

Li gorî daxuyaniyê Erdogan û  Heniyye rewşa dawî ya li Xezeyê û pêvajoya heyî gotûbêj kirin.

Erdogan ji Heniyye re destnîşan kir ku Tirkiye ji bo alîkariya însanî bigihêje Xezeyê û gava hewce bike birîndar li Tirkiyeyê bên dermankirin hewl dide.

Erdogan herwiha da zanîn ku ji bo ku agirtebest pêk were ew hewl didin.

Di axaftinê de Erdogan got: “Heya gorî sînorên 1967an dewleteke serbixwe ya Filistînê ku paytexta wê Quds e ava nebe, meseleya Îsraîl û Filistînê bi awayekî mayînde çareser nabe.”

Herî dawî Erdogan ji Heniyye re da zanîn ku Tirkiye “ji bo aştiyeke mayînde li qada navneteweyî dê têkoşîna” xwe bidomîne.