Li Qersê qeza: 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zarûşadê ya Qersa Bakurê Kurdistanê otomobîlek wergeriya û di qezayê de 3 kes mirin û kesek jî birîndar bû.

Otomobîla ku Ahmet Sapan diajot li gundê Zohrabê yê navçeya Zarûşadê wergeriya.

Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî û cendirmeçûn cihê qezayê.

Di qezayê de tevî şofêr Ahmet Sapan, Ecevît Guney û Şaban Bayyîgît canê xwe ji dest da û Erkan Kaya jî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Erkan Kaya veguhest Nexweşxaneya Dewletê ya Zarûşadê.