Li Rihayê qeza: 20 karker birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du kamyonetên ku karkerên çandiniyê tê de bûn li hev qelibîn.

Di qezayê de 20 karker birîndar bûn.

Bûyer, duh bi şev li ser rêya Siwêreg-Qerejdaxê çêbû.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, du kamyonetên karkerên çandiniyê tê de bûn li hev qelibîne û 20 karker birîndar bûne.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê û parastina sivîlan şandin cihê bûyerê.

Birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Herwiha du birîndar jî ji ber rewşa wan a tendirûstî ne baş bû birin Rihayê.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.