Îbrahîm Şêxo: Di zindanên çekdaran de girtî ji ber nexweşî û îşkenceyê jiyana xwe ji dest didin

21-10-2022
RÛDAW
Goreke bikom li zindana gundê Kefir Cenê hat dîtin
Goreke bikom li zindana gundê Kefir Cenê hat dîtin
Nîşan Efrîn Grûpên Çekdar Gorên Bikom Îbrahîm Şêxo Desteya Tehrîr el-Şam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Desteya Tehrîr el-Şam dest danî ser Efrîn û deverên wê goreke bi kom li zîndana Kefir Cenê ya Efrînê dîtiye ku di bin kontrola çekdarên El-Cebhe El-Şamiyê de bû. Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo got “Rewşa girtiyên di zîndanên çekdaran de gelek xirab e. piraniya girtiyan ji ber nexweşî û îşkenceyê jiyana xwe ji dest didin.”

Di şerê navbera Desteya Tehrîr el-Şam û grûpên çekdar ên Feyleqa Sêyem de, li çend deveran gorên bikom û zindan hatin dîtin.

Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê, li Herêma Efrînê gelek binpêkariyên tund li dijî mafên mirovan kirine, û yek ji dîmenên wan binpêkaririnan di dîtina gorên bikom û zindanan de, diyar dibe.

Roja Sêşemê 18-10-2022, piştî ku Destetya Tehrîr el-Şam dest danî ser gundê Kefer Cennê yê ser bi nahiyeya Şerran li Herêma Efrînê, goreke bikom li nav zindaneke grûpa el-Cebhe el-Şamiye hate dîtin. Ji wê gorê 17 term hatin derxistin. Li wê zindanê bi sedan girtî hatibûne girtn û îşkencekirin. Lê piştî alozbûna rewşê bi hatina Desteya Tehrîr el-Şam, 100 girtiyên wê zindanê hatin veguhestin bo Zindana el-Raîî û Ezaz.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn-Sûriye, Ibranîm Şêxo, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re, behsa wê rewşê dike.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo dibêje “Berî wê jî me dît li girtîgeha Babê ku ew jî di bin destê Hemzat piştî ku Cebhet el Şamiye dest danî serê, li wir rewşên zehmet hatin dîtin. Em dikarin hinekî bibêjên kuştîn, tazîkirin, îşkence pir bilind e di wê zindanê de.”

Îbrahîm Şêxo ji Rûdawê re ragihand ku, girtiyên li zindanên çekdaran, rastî gelek azar û îşkenceyan bûne û dibin, û bi sedema wê yekê jî, beşekî ji wan canên xwe jidest dane û yên mayî jî, rewşa wan a tendirustî ne baş e. Herwiha piştî vekişîna her grûpeke çekdar ji navçeyekê, paşmayên wê ji gorên bikom, qurbanî û zindanan têne dîtin. Wiha jî, grûpa ku dikeve şûna wê ya vekişiyayî, bi heman kiryarên ya berî xwe radibe.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan Efrîn Sûriye Îbrahîm Şêxo got jî “Rewşên tendirustiyê ne baş in ji ber ku rojê carek nan didin wan û ji sibehê heta êvarê lîtreyek av didin wan, serşok tinin. Pizîşk nabînin, rû nadin wan, piraniya wan bi nexweşiyan jiyana xwe ji dest didin. Hinekî din jî bi îşkenceyê jiyana xwe ji dest dane. Her zindaneke girêdayî wan grûpên çekdar bi giştî bi vî awayî ne. Çewa ev dever dikevin destên grûpên din goristanên wan derdikevin.”

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê di raporteke xwe de ragihandiye ku, tenê di sala 2021ê de, wan girtina 719 welatiyên sivîl bi nav, belge kiriye.

Ji 20ê Çileya 2018yan ve, heta niha, 8 hezar 630 kes hatine girtin, ji wan 6 hezar û 300 ji wan hatin berdan, lê çarenivîsa girtiyên mayî ne diyar e. 178 kesan jî, li jêr îşkenceyê canên xwe jidest dane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst