Piştî 3 mehan ava Elok gehîşt Hesekê

21-10-2022
RÛDAW
Nîşan Wêstgeha Elok Heseke Qutbûna Avê Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî qutbûna nêzîka 3ê mehan ava Elok gehişt bajarê Heseke û gundewarê wê.

Hevserokê Rêveberiya Ava Heseke Îsa Yûnis ragihand, piştî qutbûna nêzîka 3ê mehan ava Elok gehişt bajarê Heseke û gundewarê wê, ku ji liyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiye li Serê Kaniyê hatibû qutkirin.

Di Temûza borî de, hêzên Tirkiye û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ava Sentrala Elok li nêzîkî bajarê Serê Kaniyê qutkiirbûn, ku ev 27 car dibin ava Ellok li ser Heseke tê qutkirin.

Wêstgeha Elok

Wêstgeha Elok 24 bîran li xwe digire û 12 pompên wê yên asoyî hene. Di rewşa asayî de derdora 70 hezar metre sêca rojane avê dide.

Birrîna ava Wêstgeha Elok, bêhtir ji 1 milyon welatiyên Hesekê û gundewarê rojavayê wî bajarî, ji avê bêbehr dike.

Ji 9ê Cotmeha 2019 ve ku Tirkiyê û grûpên çekdar navçeya Girê Spî û Serê Kaniyê dagîr kirin, heta niha bêhtir ji 30 caran ava Wêstgeha Elok li rojavayê bajarê Serê Kaniyê, ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye qutkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst