Li Gurgumê şer: 3 polîs birîndar bûn

21-10-2022
RÛDAW
Nîşan Gurgum Polîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Gurgumê ya Bakurê Kurdistanê, di navbera polîs û hejmarek gumanbarên tawanê şer derket û di encamê de gumanbarek hat kuştin û 3 polîs birîndar bûn.

Li Mereşê, îro sibehê welatiyek diçe Rêveberiya Ewlekariya Mereşê û bi hinceta li wî dane û pereyên wî bi zorê jê stendine derbarê çend kesan de gilî tomar dike. Tîmên polîs jî lêkolînê didin destpêkirin û bi ser mala gumanbaran de digrin.

Di dema çûna polîsan de gumanbaran bi çek bersiva polîsan dan û şer qewimî. Di encama bûyerê de gumabarek hat kuştin, yek hat desteserkirin û yek jî reviya. Herwiha 3 polîs jî bi guleyan birîndar bûn.

Polîsên birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û hat ragihandin rewşa wan baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst