Jinên DAIŞê li Kampa Roj ketin grevê

Hewlêr (Rûdaw) - Jinên Ewropî yên çekdarên DAIŞê li Kampa Roj li Rojavayê Kurdistanê ketine grevê.

Berpirsê Ofîsa Rûdawê li Qamişlo ragihand ku li Kampa Roj a Rojavayê Kurdistanê a li Dêrikê ku hejmarek jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên ewropî lê dimînin, jinên DAIŞê ketine grevê.

Ev yek di demekê de ye ku li gorî zanyariyên Rûdawê, roja 19ê vê mehê, saet 20.30ê agir girtibû çend konan.

Hêzên Asayişa kampê û pasevanan agir kontrol kiribûn û te ziyanên giyanî tunebûn, lê hejmarek kon şewitî bûn.

Piştî bûyerê, jinên DAIŞê yên Ewropî li nav kampê ketibûn grevê û silogan avêtibûn û êrîşî hêzên Asayişê kiribûn.

Kampa Roj li rojavayê bajarokê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û zêdetirî 2,500 jin û zarokên DAIŞê lê dimînin. Malbatên çekdarên DAIŞê yên ku li wê kampê, ewropî ne û pêştir li Kampa Holê hatibûn bicihkirin ku paşê Rêveberiya Xweser ew ji Holê veguhastin bo nav Kampa Roj.