Li Kampa Roj a malbatên DAIŞê şewat derket

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kampa Roj a li Dêrikê ku hejmarek jin û zarokên çekdarên DAIŞê yên ewropî lê dimînin, doh şewat derket.

Li gor agahiyan, roja Çarşemê 20ê Cotmehê li wê kampê şewat derketiye û piştî demekê bi hewldana tîmên berevaniya sivîl û agirvemirandinê û herwiha hêzên ewlehiyê yên li kampê, agir hat kontrolkirin.

Heta niha bi fermî sedema şewatê û herwiha zirarên di encama şewatê de nehatiye ragihandin, lê çavkaniyên xwecihî diyar kirine, zirar tenê madî bûne û hejmarek çadirên li kampê şewitîne.

Ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser jî ragihandiye, piştî şewatê jinên çekdarên DAIŞê yên li wê kampê nerazîbûn nîşan dane û bi keviran êrişî Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayiş) kirine û dirûşm gotine.

Kampa Roj li rojavayê bajarokê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ye û zêdetirî 2,500 jin û zarokên DAIŞê lê dimînin. Malbatên çekdarên DAIŞê yên ku li wê kampê, ewropî ne û pêştir li Kampa Holê hatibûn bicihkirin ku paşê Rêveberiya Xweser ew ji Holê veguhastin bo nav Kampa Roj.