Welatiyeke Kurd li Efrînê hat revandin

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyeke Kurd li nahyeya Mabata ya serbi Efrînê li Rojavayê Kurdistanê hat revandin.

Binpêkariyên grûpên çekdar yên ser bi Tirkiyê li Efrînê berdewam in.

Çavkaniyên xwecihî ji Efrînê ragihandin ku polîsên sivîl li gundê Mist Aşûr li nahiya Mabata ya Efrînê welatiyeke Kurd girtin û piştî dayîna fidyê ku 1300 Lîreyên Tirkî bû ew hat berdan.

Ji aliyekî din ve, çekdarên Feyleq el Şam li gundê Mîdan Îkbis yê ser bi nahiya Raco, berhema zeytûnêna jineke Kurd dizîne.

Li gor zanyariyan, wê jina Kurd gilî li cem polîsên leşkerî tomar kiriye, lê piştre ji ber gefên çekdaran giliya xwe vekişandiye.

Ji wê roja (18ê Adara 2018) ku Efrîn ket bin dagirkeriya artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.