Bi çavdêriya Netewên Yekgirtî gorên bikom ên li Şingalê tên vekirin

21-10-2020
RÛDAW
Nîşan Şingal Kurdistan Gorên bikom Kurdên Êzidî DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro tîmeke hevbeş a Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bi çavdêriya Netewên Yekgirtî bi mebesta vekirina gorên bikom serdana Şingalê dikin.

Endamê Desteya Lêkolînan û Komkirina Belgeyan li Duhokê, Felah Heseh ji Rûdawê re ragihand, “duh dest bi amadekariyan hatiye kirin û îro biryar e herdu tîmên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi çavdêriya Neyewên Yekgirtî serdana Şingalê bikin.”

Felah Heseh got, “dê herdu tîm bo dema 17 rojan kar li ser vekirina wan gorên bikom bikin , ku heta niha ji 80 gorên bikom ên li Şingalê hatine dîtin , 17 ji wan hatine vekirin û rûfatên wan bo Pizîşkiya Dadê li Bexdayê hatine şandin.”

Karê hevbeş ê tîmên Hewlêr û Bexdayê li ser gorên bikom ên li Şingalê, piştî rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li ser rewşa Şingalê tê, ku 

Felah Hesen da xuyakirin jî, ku nasnameya 60 termên ku ji bo Pizîşkiya Dadê ya Bexdayê hatibûn şandin, hatine naskirin.

Di 3ê Tebaxa 2014an de, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh kire ser Şingalê û derdora wê û çekdarên wê rêxistinê, di rojên destpêkê yên êrîşê de bi sedan Kurdên Êzidî komkuj kirin û zêdetir ji 360 hezar Kurdên Êzidî yên din jî ji cih û warê xwe aware bûn.

Piştî derbasbûna 6 salan di ser êrîşa DAIŞê re, hêj gorên bikom li sînorê qezaya Şingalê tên dîtin.

Sala bihorî di encama şewatên li sînorê qezaya Şingalê de, çend gorên bikom li deverê şewitîbûn û tenê li sînorê gundê Herdanê 6 gorên bikom ên Kurdên Êzidî şewitîbûn. Ew yek bûbû sedema nerazîbûna Kurdên Êzidî, ku pêkhateya sereke ya li herêmê ye û mezintirîn qurbaniyên êrîşên sala 2014 ên DAIŞê bûn.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst