Nivîskarê “Proseya Aştiyê li Tirkiyê”: Rola serkirdeyên Kurdistanê di pêvajoyê de girîng bû

21-10-2018
RÛDAW
Pirtûkek nû derbarê proseya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de hate belavkirin
Pirtûkek nû derbarê proseya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de hate belavkirin
Nîşan Proseya Aştiyê Tirkiye Bakurê Kurdistanê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskarê pirtûka Proseya Aştiyê li Tirkiyê Hêja Dilşad got ku serkirdeyên Herêma Kurdistanê di destpêkirina pêvajoya aştiya ya di navbera rayedarên hikûmeta Tirkiyê û PKKê de sereke lîstine.

 

Nivîskarê pirtûka Proseya Aştiyê li Tirkiyê Hêja Dilşad ji tora medyayî ya Rûdawê re behsa çend qonaxên proseyên aştiyê yên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê kir û da zanîn ku Herêma Kurdistanê hevkar û piştevana bi serxistina pêvajoya aştiyê bûye.


Hêja Dilşad ragihand ku heya niha pênc caran di navbera aliyên Kurdî û hikûmetên Tirkiyê de pêvajoya aştiyê hatine destpêkirin û serkirdeyên Başûrê Kurdistanê jî di destpêkirina wan diyalogan de roleke sereke lîstine.


Herwiha Hêja Dilşad diyar kir ku di proseya aştiyê ya dawiyê de bi hewlên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî deriyê guftûgoyên rasterast li gel Rêberê PKKê Abdulkah Ocalan hatiye vekirin ku di wê qonaxê de yek ji pêngavên herî girîng bûye.


Nivîskar Hêja Dilşad derbarê pêvajo aştiyê ya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de pirtûk belav kiriye û têde li ser rola Herêma Kurdistanê û serkirdeyên Kurd ên Başûrê Kurdistanê sekiniye.


Hêja Dilşad di pirtûka xwe de behsa rol û erkê herêma Kurdistanê dike ku aliyekî sereke yê proseya aştiyê bû.


Derbarê pirtûka xwe de Hêja Dilşad ji Rûdawê re wiha got: “Pirtûka min ji 342 rûpelan pêk tê û min têde behsa pêvajoya ji sala 1992ê heta 2015ê li Tirkiyê kiriye. Herwiha min behsa rola Herêma Kurdistanê ya ji bo destpêkirin û alîkariya pêvajoya aştiyê kiriye.”


Dilşad da zanîn ku wî kesên ku beşdarî di pêvajoya navborî de kirine û şahidhalên pêvajoyê bûne wek çavkanî wergirtiye.


Bi gotina Dilşad di pêvajoya aştiyê de ya di navbera Tirkiye û PKKê de rayêdarên Herêma Kurdistanê rolek girîng lixwe girtine û navbeykariya herdu aliyan kirine.


Nivîskarê Kurd herwiha got: "Ji bo aştî û çareseriya Kurd bi riya diyalogê û durî şer û tengezariyan, tişta ji destê serkirdeyên Kurdistanî hatiye, kirine. Di vê pêvajoyê de karîne agirbestê ragihînin û di vê çarçoveyê de dest bi guftûgoyan bikin û dest bi qonaxeke nû ya jihev fêmkirinê bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst