Zanîngeha Rojava deriyê xwe bo xwendekaran vekir

21-10-2018
Loloxan
Xwendekarên Zanîngeha Rojava
Xwendekarên Zanîngeha Rojava
Nîşan Qamişlo Rojava Zanîngeh Xwendekar
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Zanîngeha Rojava bo xwendekarên ji ber şer nikarin biçin zanîngehên hikûmetê, Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Zanîngeha Rojava deriyê xwe vekir. Berpirsên zanîngehê didin zanîn ku sîstema zanîngeha wan ji zanîngehên hikûmetê cudatir e û dibêjin, li cem wan xwendin, cihê vehewandinê û veguhastin bo xwendekaran belaş in.

 

Li bajarê Qamişlo yê ser bi Kantona Cezîra Rojavayê Kurdistanê ve Zanîngeha Rojava deriyê xwe ji hezaran xwendekaran re vekir, bo ew xwendekarên ku ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê nikarîbûn biçin zanîngehên hikûmetê bixwînin. Xwendin, cihê vehewandinê û veguhastin li Zanîngeha Rojava li Qmişlo belaş, bêberamber ji xwendekaran re peyda dike.

 

Xwendekara bi navê Nadiya Hesen dibêje, “Zanîngeha Rojava berhemê şoreşê ye, em nikarîbû biçûna zanîngehên parêzgehên din, şer rê li ber me girtibû, zanîngeha Rojava baştirîn çareserî bû ji bo me, dikare xizmeta me bike.”

 

Li gor berpirseka Zanîngeha Rojava sîstema zanîngeha wan li ser bingehên demokratîk ava bûye, sîstema wan cuda ye ji sîstema zanîngehên hikûmetê.

 

Rêvebera Zanîngeha Rojava Leyla Ehemê di derbarê mijarê de anî ziman: “Zanîngeha Rojava li ser bingehên demokaratîk ava bûye, heta sîstema ezmûnê jî ne wek ên zanîngehên klasîk in. Sîstema me nirxandina zanyariyan li xwe digire, her wiha xwendin, veguhastin û cihê vehewandinê belaş in.”

 

Ligor berpirsekî din yê Zanîngeha Rojava li Qamişloyê, armanca sereke ji damezrandina zanîngeha Rojava ew bû, ku xwendekarên nikarîbûn biçin zanîngehên hikûmetê wan bidin xwendin.

 

Serokê Koleja Zanistê Mihemed Salim Hesen da xuyakirin, ku armanca sereke ya Zanîngeha Rojava peydakirina pêdiviyên xwendekaran û civakê ye û got, “Gelek xwendekar nikarîbûn biçin parêzgehên din, lewra me ev pirsgirêk bi vekirina Zanîngeha Rojava çareser kir.”

 

Desteya Perwerde û Xwendinê ya ser bi Rêveberiya Xweser ve li Rojavayê Kurdistanê di sala 2016a de Zanîngeha Rojava li Qamişloyê damezirand, Zanîngeha Rojava çend kolejan ji herdu beşên zanistî û wêjeyî li xwe digire, xwendin bi herdu zimanên Erebî û Kurdî tê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst