YNKê bo posta Wezareta Dadê ya Iraqê 2 berbijêr pêşkeş kir

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de Wezareta Dadê ya Iraqê bibe para Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), bo vê yekê jî YNKê 2 berbijêr pêşkeşî serokwezîrê erkdarkirî Adil Ebdulmehdî kir, daku li ser yekî rizamendiyê nîşan bide.

 

YNKê Şêwirmendê Yasayî yê Polîtburoya Siyasî ya YNKê Simko Es’ed Edhem û Endamê Serkirdayetiya YNKê Xalid Şiwanî bo posta Wezîrê Dadê yê Iraqê wek berbijêr diyar kir.

 

Şêwirmendê Yasayî yê Polîtburoya Siyasî yê YNKê Simko Es’ed Edhem ji Rûdawê re ragihand: “YNKê ew û Xalid Şiwanî bo posta Wezîrê Dadê yê Iraqê kiriye berbijêr.”

 

Herwiha Parlamenterê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mihemmed Şakir bo Rûdawê got: “Di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de du wezaret û Wezareta Xizmetguzariyê bo PDKê ne û wezaretek jî bi para YNKê dikeve.”

 

Mihemmed Şakir got: “Li gor zanyariyên sereke Wezareta Neftê dibe bo Şîeyan û Wezareta Bergiriyê dibe bo Sunneyan.”

 

Beriya niha Adil Emdulmehdî, ku bo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê wek serokwezîr hatiye erkdarkirin, ragihandibû, nabe pêkhateyan di dayîna postên wezîran de bêpar bike.