Rêya di navbera Şêxan û Mûsilê de hat vekirin

Naweran  (Rûdaw) - Rêya Naweran a di navebra navçeya Şêxan û bajarê Mûsilê de hat vekirin. Xelkê deverê ji herdu aliyên rê dest bi hatinûçûnê kir, ji ber ku ew rê yek ji rêyên girîng ên deverê ye û ev salek e hatiye girtin.  Xelkê deverê bo vekirina vê rêyê kêfxweş in.

 

Hemwelatiiyek dibêje, “Rê vekirin bi xêr û silametî, kêfa me hat û em gelek dilxweş bûne bi vekirina wê. Beriya niha 2 demjimêran bû heta em digihîştine Mûsilê. Niha rêya Naweranê vebû.”

 

Bo hinek ji wan kesan biryara vekirina rê biryareke ji nişka ve bû. Ji ber ku danê sibê bi rêyeke dûrtir çûne bajarê Mûsilê lê di zivirînê de rêya wan kurt bûye. Lewma jî hesteke xweş li gel wan peyda bû.

 

Xortek dide zanîn, ku di rêya Naweranê re heta Mûsilê nêzikî 15-20 xulekan dajo lê wekî din bi rêya Filfilê demjimêrek û 15 xulek an jî demjimêrek û nîv e û ew jî gelekî bi metirsî ye.

 

Saziyên kargerî û ewlehiyê yên li hikûmeta Herêma Kurdistanê amadehiyên pêwîst kirine û hevkariyê li gel desthilata bajarê Mûsilê kiriye, daku çûn û hatina xelkê li ser vê rêyê berdewam be.

 

Berpirsekî ji Rûdawê re ragihand, ku îro êvarî mîhwerê ew agahdar kirin, ku dê rêyê vekin û û got, “Asayişê dest avête karên xwe, daku rêyê vekin û mecal e bo wan hêj rêyê bidin û senger vekin. Vê êvarê me ev senger vekiriye.”

 

Rêya di navbera Şêxan û Mûsilê de 47 kîlometre ye lê ji ber girtina rêya Naweranê ji wan her kesên hatinûçûnê li ser wê rêyê bike, divê zêdetirî 150 kîlometreyan biçûna.