Kurd li balafirxaneyan name û gulan ji bo piştgiriya Kurdistanê didin rêwiyan

Hollanda (Rûdaw) - Li balafirxaneyên Holandayê çend zarok û xortên Kurd nameyekê ji bo piştevaniya Kerkûk û Kurdistanê didin misafir û rêwiyan.

 

Di wan nameya ku çend zarok û xortên Kurd rêwiyan de behsa rewşa Kurdan a niha û ya berê,  behsa qurbaniyên şerê DAIŞê û hikumtên berê yên Bexdayê têkirin.

 

Herwiha di nameyê de  behsa wan pirsgirêkan jî tê kirin ku niha hikumeta Bexda ji bo Başûrê Kurdistanê çê dike û mijara sereke ya nameyê ew êrîş û gefin ku niha Başûr rûbirû dibe ne.

 

Ew xort û zarok xelkê li balafirxaneyê radwestînin û bi wan didin fêmkirin ka niha çi diqewime û ew dixwazin bidin nîşandan ka xelkê biyanî dikarin çi ji Kurdan re bike û çewa piştgiriya xwe ji bo Kurdistanê nîşan bidin.

 

Jineke Holandî diyar kir ku gelek pêwîst e civaka navnetewî girîngiyê bide rewşa niha Kurd tê de derbas dibin û wiha domand: “Ev rewşeke dijwar e, Kurd têne kuştin, civaka navdewletî çavên xwe girtine, pêwîst e civaka navdewletî xwe bê deng neke û ji ber berjeewendiyên cûda yên li Rojhelata navîn, metirsê heye Kurd bêhtir werin kuştin.”

 

Ev yek piştî wê yekê tê ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh roja Înê derbarê êrîşên hêzên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bo ser Kerkûk û Kurdistanê de peyamek nû belav kir.

 

Mesûd Barzanî di vê peyama xwe de dibêje, ji ber ku gelê Kurdistanê bi rêyeke aştiyane û demokratîk mafê xwe yê asayî û xwezayî ji bo derbirîna deng û nêrîna xwe bi kar aniye, niha ketiye bin gef û dorpêçan û cezakirina bi komî.

 

Barzanî wiha gotibû: “Her li vir daxwaz ji hemû Kurdistaniyên nîştecihên Ewropa û Amerîkayê dikim ku bi awayeke yasayî û aştiyane ji bo piştevanîkirina gelê me, xwepêşandan û çalakiyên medenî encam bidin û daxwaza hevkariyê li gelên wan welatan bikin ku têde nîştecih in ku ev şer û dorpêça li dijî gelê me bi zûtirîn dem rawestînin. Daxwaz dikim dengê mezlumiyeta Kurdistanê û peyama aştîxwaziya gelê me ragihînin cîhanê.”