Artêşa Tirk Rojava dîsa bombebaran kir

Navenda Nûçeyan – Hêzên Çekdar a Tirk (TSK) ragihand wan li Rojavayê Kurdistanê cihên DAIŞê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) duh bi şev bombebaran kirine.


Artêşa Tirk derbarê encamên operasyona Mertala Firatê de daxuyanî da.


Operasyona Mertala Firatê 59 roj in li Rojavayê Kurdistanê û Sûriye berdewam dike û Tirkiyê bêhtirî 1000 serbazên taybet derbasî sûryê krine, ji bo ku beşdarî operasyonan bibin.


Di daxuyaniya Artêşa Tirk de wiha hat îdiakirin: “40 cihên DAIŞê û 6 cihên PYDê hatine bombebarankirin û rê liber liv û tevgera endamên rêxitinên navborî hatine girtin.”


Artêşa Tirk duh jî çend gundên Efrînê bombebaran kiribû û piştre dîmenên êrişê belav kiribû.


Fermandarekî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji Rûdawê re ragihandibû di encama êrişê çend kes birîndar bûne.