Fermandarê Pêşmerge: Êrîşa DAIŞê hate têkbirin

Kerkûk (Rûdaw) – Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragihand ku êrîşa çekdarên DAIŞê ya li eniya rojavayê Kerkûkê hatiye têkbirin.


Kemal Kerkûkî derbarê êrîşa çekdarên DAIŞê ya li navenda bajarê Kerkûkê û eniya rojavayê bajêr agahî dane Rûdawê û ragihand: “Îro danê sibê çekdarên DAIŞê bi hawin û rokêtan êrîşê çeperên pêşmergeyan kir. Lîwaya 2 Lîwaya 6 û Fermandeyê Kerkûkê bi tundî bersiv da êrîşa DAIŞiyan.”

 

Kerkûkî got: “Hinek çekdarên din çûbûne nav gundên Dubizê. Hinek ji wan çekdaran xelkê wan gundan bûn. Piştî şerekî mezin Hêzên Pêşmerge karî wan çekdaran bikuje û gudan kontrol bike.”

 

Fermandarê Pêşmerge got ku hinek çekdarên DAIŞê jî çûne nav gundê Qeretepe ku ev gund vala bûye û ragihand, “Dora wan jî hatiye girtin. Dê di satên pêş me de ew jî bên jinavbirin.”

 

Kerkûkî da zanîn ku rewşa li vî eniyê bi temamî aram e û di bin kontrola Hêzên Pêşmerge de ye.

 

Kemal Kerkûkî herwiha derbarê êrîşa DAIŞiyan a nav bajarê Kerkûkê jî nirxand û got: “Ew şaneyên nêhînî yên DAIŞê ne. Herwiha xelkê ereb ên nav Kerkûkê jî piştgiriya wan dike û rê ji wan re xweş dike.”