KCKê bang kir: Êrişên Tirkiyeyê rawestînin

21-10-2015
RÛDAW
Nîşan KCK PKK Tirkiye Agirbest
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokatiya Konseya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxwaza rawestandina êrişên Tirkiyeyê kir û ragihan, bila hemû alî kar bikin ji bo ku operasyonên Tikriyeyê yên li dijî PKKê  werin rawestandin.

 

Piştî derbasbûna 12 rojan bi ser ragihandina yekalî ya agirbestê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Koma Civaka Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û têde ragihand, ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî PKKê berdewam in.

 

Hevserokatiya KCKê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji wan aliyên ku daxwaza sekinandina çalakiyên PKKê li dijî leşekrên Tirkiyeyê dikin, kir û  got: “Rawestandina wan êrişên dewleta tirk, erkê exlaqî û siyasî yên wan aliyan e ku daxwaza sekinandina çalakiyan li me dikin.”

 

Di daxuyaniy de herwiha hjat gotin: Ji wê dema ku agirbest hatiye îlankirin û heya niha zêdetirî 10 gerîllayên me hatine şehîdkirin.

 

KCK berdewam dibe û dibêje: “Bêdengbûn li hember wan êrişan de jibilî bihzêkirina wan ti encameke din nabe.”

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de, Hevserokatiya KCKê wiha ragiahnd: “Ewên ku dixwazin pirsa kurd bi rêya demokrasiyê were çareserkirin, pêwîst e helwesta xwe li dijî hikûmeta AK Partiyê aşkere bikin. Bi kêmanî bo dabînkirina ewlehiyê di dema hilbijartinan de. Rawestandina wan êrişên dewleta tirk, erkê exlaqî û siyasî yên wan aliyan e ku daxwaza rawestandina çalakiyan li me dikin.”

 

PKKê di roja 10ê Cotmehê de bi awayeke yekalî çalakiyên xwe yên êrişkirinê rawestand û agirbest îlan kir.

 

PKKê da xuyakirin, ku eger êrişî ser gerîllayên wan bê kirin ew dê tenê bersivê bidin û ti êrişan pêk nahînin.

 

Di 24ê Hezîran a îsal de û piştî 2 sal agirbest, cardin şer di navbera gerîllayên PKKê û Artêşa Tirkiyeyê de dest pê kir.

 

Tirkiye bi hinceta hebûna binke û navendên gerîllayên PKKê li deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê, bi rêya balafirên şer û topxaneyê êrişî wan cihan dike, ku di encama wan êrişan de jiblilî gerîllayan, gundi û xelkên sivîl jî dibin qurbanî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst