Di teqîna Tirbespiyê de 2 hunermendên kurd jî jiyana xwe ji dest dane

Hewlêr (Rûdaw) – Hat zanîn di teqîna xwekujî ya bajarê Tirbespiyê li parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê de, jibilî şervanên YPGê 2 hunermendên kurd jî jiyana xwe ji dest dane.

Derket holê ku di teqîna xwekujî ya bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê de ku pêr (19.10.2013) qewimîbû, jibilî 6 şervanên YPGê yên girêdayî PYDê, 2 hunermendên kurd ên endamên koma çand û hunerê jî jiyana xwe ji dest dane.


Yek ji wan hunermendan ê bi navê Osman bavê Dilo, endamê Koma Şanoyê ya Bavê Teyar bû. Wî di hemû şanoyên Bavê Teyar yên komedî de lîstibû.

Tê gotin Osman şanogerekî komedyen û kesekî civakî bû û di nava xelkê de dihate hezkirin, û di nava şanoyên xwe de gelek caran ji rolekê dikete roleke din û kêşeyên civakî bi uslubê xwe yê komedî pêşkêş dikir.

Kuştina wî xemgîniyeke mezin di nava xelkê Rojava de çêkir.