Stenbol (Rûdaw) - Mêrdîniyên li bajarê Stenbolê van rojan gelekî kêfxweş in. Bajarê wan tevî hemû reng û dengên xwe yên cuda, tevî çand û mitbexa xwe konê xwe li Stenbolê vedaye.
Bi armanca danasîna çand, huner û gastronomiya Mêrdînê 19ê Îlonê li qada Yenikapiya Stenbolê, bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Mêrdînê (MARDÎNFED) ve ‘Hevdîtinên Çandê yê Mêrdînê’ dest pê kir.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî tevlî destpêkirina merasîmê bû.
Standên xwarinên herêma Mêrdînê gelekî rengîn in, ji ber ku Mêrdîn bajarê bihevrejiyanê ye û hebûna pêkhateyên cuda yên wekî Kurd, Suryan, Ermen û Ereban mitbex dewlemend kiriye.
Mevanan ji kadeyên Siryaniyan, benî û bastiqên Omeriyan, dimsa tirî, behîvên Mêrdînê û qehweya Kurdî gelekî hez kirine.
Her wiha wê hejmarek nivîskar jî pirtûkên xwe ji xwîneran re îmze bikin.
Lîstikên resen ên gelêrî, konserên stranbêjên Mêrdînî, dîwana dengbêjan û bê guman karê têlkarî û deqan jî di bernameyê de hene.
“Em ji bernameyên wisa hez dikin”
Hayriye yek ji wan kesan e ku serdana bernameyê kiriye.
Hayriyeyê diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e û dê hinek berhemên Mêrdînê ji xwe re bikire.
Nisredîn jî yek ji wan kesan e ku hatiye bernameyê û li ser bernameyê anî ziman:
“Kêfa me bi bernameyên wiha re zaf tê. Em ji gelek dûr ve (Kuçukçekmece) hatin vir.
Me got, de hema em merivên xwe bibînin jî besî me ye.”
Di roja ewil a rojên danasîna Mêrdînê de, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk rastî eleqeyeke mezin hat.
“Bername ji bo danûstandin û diyalogê girîng e”
Ahmet Turk behsa girîngiya bernameyê kir û got:
“Ji bo bajarê Mêrdînê, ji bo gelê Kurd, diyalog, hevdîtin û danûstandin ji civaka me re gelek girîng e û roleke mezin dilîze.”
Di standên xwarinên herêmî de herî zêde çoreka Siryanan, behîva Mêrdînê û qehweya Kurdî rastî eleqeyê hat.
Esnafê Kurd ê Mêrdînî Beşîr Dogan jî li ser pêşwaziya xelkê da zanîn:
“Qehweya Kurdî dîbek e lê tê de benîştê zozanan (kerengan) nîne lê qehweyeke pir xweş e.
Mişteriyên me gelekî jê hez dikin.”
Esnafê Ereb ê Mêrdînî Serdar Paşavat jî behsa berhemên Mêrdînê kir û wiha axivî:
“Em ji Mêrdînê hatin Stenbolê. Me bi xwe re çoreka Siryanan anî.
Nanê tenûrê, bastiq, baqismat û benî hene. Ev li Mêrdînê tên çêkirin.”
Nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin
Konfederasyona Komeleyên bajarên Kurdan û Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî (KOMPEYV) ku navenda wê li Dêrika Çiyayê Mazî ye li “Kona Çandê” standên xwe vekirin.
Nivîskar dê pirtûkên xwe ji bo xwîneran îmze bikin.
Hevserokê Komeleya KOMPEYVê Eyup Guven jî got:
“Bi avakirina vê komeleyê armanca me ew e ku em dîrok û wêjeya devkî ya Kurdistanê qeyd bikin.
Wê nivîskarên me li vê standê pirtûkên xwe îmze bikin.”
Bername bi çalakiyên cur bi cur rengîn e
Serokê Konfederasyona Komeleyên Bajarên Kurdan Abdulhakîm Daş jî diyar kir ku her milet bi nasname, hebûn, çand, xwarin û vexwarina xwe tê nasîn.
Ew jî wekî KKonfederasyona Komeleyên Bajarên Kurdan piştgiriyê didin çalakiyên wiha.
Di bernameya 4 rojî de bername û çalakiyên wekî lîstikên gelêrî, konserên stranbêjên Mêrdînî, dîwana dengbêjan û atolyeyên telkarî, hemawî û deqê cih digirin.
Serokê Komeleya Mêrdînê ya Esenyurtê Huseyîn Gunenç jî li ser bernameyê wiha got:
“Xweşiya vê bernameyê ew e ku em di nav welat û bajariyên xwe de ne.
Em ji welatê xwe dûr in, em nikarin biçin welat lê welat hat cem me.”
Wê rojên danasîna Mêrdînê ku 19ê Îlonê dest pê kir, heta 22yê Îlonê berdewam bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse