HPGyê nasnameyê fermandarekî xwe eşkere kir
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) diyar kir ku fermandarê wan ê bi navê Şiyar Efrîn di êrişekê de canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê diyar kir ku fermandarê wan ê bi navê Şiyar Efrîn meha Tîrmehê li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şer de canê xwe ji dest daye.
Navê fermî yê Şiyar Efrîn, Lokman Îsmaîl e û li Efrîna Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Li gorî daxuyaniya HPGyê Şiyar Efrîn sala 1994an tevlî PKKyê bûye û perwerdeya xwe ya yekem ji Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan distîne.
HPGyê diyar kir ku Şiyar Efrîn li herêmên, Zap, Zagros, Botan û gelek herêmên din ên Kurdistanê wekî fermandar xebitiye.