Hewlêr (Rûdaw) – Nivîskar û rewşenbîrê Kurd Bîlal Hesenê ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê wefat kir.
Bîlal Hesen (Bavê Hozan) li gundê Xelakanê yê Efrînê hatiye dinyayê.
Sala 1947an dest bi siyasetê dike û dikeve nav Partiya Komunîst a Sûriyeyê.
Piştî damezirandina Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê sala 1957an dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) û karên xwe yên siyasî li wir de didomîne.
Sala 1960î cara yekem agirê Newrozê li Rojavayê Kurdistanê bi destê xwe vêdixe û bi “Lehengê Newrozê” tê binavkirin.
Bîlal Hesen, ji bilî xebatên siyasî li ser zargotin û folklora Kurdên Efrînê û Çiyayê Kurmênc xebitiye û bi dehan berhemên wî di wî warî de hene.
Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd a li Sûriyeyê, sala 2013yan “Xelata Cegerxwîn“ dabû Bîlal Hesen.
Bîlal Hesen sala 2004an çû Almanyayê û sala 2010an bi nexweşiya penceşêrê ketibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse