Li Mêrdîn û Erdexanê qeza: Miriyek û 18 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li Mêrdînê di qezayekê de 7 kes birîndar bûn û li Erdexanê jî du otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de kesek mir û 11 kes birîndar bûn.
Li veqetana rêya Tunela Aşik Şenlîkê ya rêya Çildir-Aşik Şenlîkê du otomobîlên ku navê ajokarê wan nehat zanîn li hev qelibîn.
Di qezayê de 12 kesên di otomobîlan de birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê cendirme, AFAD û tenduristiyê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Çildirê û Nexweşxaneya Dewletê ya Erdexanê.
Hat zanîn ku rewşa 2 birîndaran xedar e.
Ji birîndarên xedar ên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Çildirê G.Ş (44) li gel midaxeleyê bi ser xwe ve nehat û mir.
Li Mêrdînê mînîbûs wergeriya
Li aliyê din, li navçeya Midyadê ya Mêrdînê mînîbûsa navê şoferê wê nehatiye zanîn wergeriya.
Qeza li ser rêya Nisêbîn û Midyadê çêbû.
Li ser agahdarkirinê cendirme, timên tenduristiyê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê qezayê.
D qezayê de F.U. (67), S.U. (69), J.B. (68), I.B. (73), N.M. (75), S.M. (79) û D.U. (74) birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.