Li Amedê qeza: Yek jê pitik 9 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê otomobîl û mînîbuseke rêwiyan li hev qelibîn, yek jê pitik 9 kes birîndar bûn.
Otomobîla ku B.Y. diajot li ser rêya Mehabadê ya Amedê li mînîbusa rêwiyan a ku S.G. diajot qelibî.
Di encamê de mînîbus wergeriya û yek jê pitik 9 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin nexweşxaneyên bajêr.
Li ser rewşa tenduristiyê ya birîndaran ti zanyarî nehatine belavkirin.