Ciwanekî ji Kobaniyê 10 roj in li Mûsilê girtî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî ji bajarê Kobaniyê yê Rojavayê Kurdistanê 10 roj in li Mûsilê girtî ye.

Mehmûd Hebeş ciwanekî 19 salî yê ji Kobaniyê ye û li Mûsilê ji aliyê Heşda Şeibiyê ve hatiye girtin.

Bavê wî, Ehmed Hebeş ji Rûdawê re ragihand ku kurê wî berî 10 rojan bi qaçaxî sînor derbas kiribû.

Ehmed Hebeş diyar kir ku kurê wî xwestibû biçe li Şingalê bixebite û ji wê demê ve Heşda Şeibiyê ew girtiye û niha li Mûsilê di girtîgehê de ye.

Bavê Mehmûd Hebeşê 19 salî, Ehmed Hebeş ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Ji ber rewşa xirab a aboriyê û bihabûna kelûpelan û nebûna kar, kurê wî xwestiye biçe li Şingalê bixebite.”