Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serkirdeyên Kurdistanê re civiya

21-09-2023
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Joel Vowell
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Joel Vowell û şandeya pê re qebûl kir.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstan û metirsiya DAIŞê ya li Îraq û Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de herwiha proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmergeyan û gavên herî dawî yên yekkirina hêzên Pêşmergeyan jî hatin gotûbêjkirin.

Barzanî û Vowell tekezî li ser wê yekê kirin ku pêwîst e hemû alî ji bo rêgiriya vejandina DAIŞê ya li Îraq û Sûriyeyê hevkariyê bikin.

Herwiha amaje bi wê yekê hat kirin ku kesên ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin yan jî yên ku ji kampan hatine derxistin, divê ji nû ve werin perwerdekirin û tevlî civakê bibin.

Di hevdîtinê de proseya çaksaziyê ya di Wezareta Pêşmergeyan de û mijara yekkirina hêzên Pêşmergeyan jî hat axavtin.

Barzanî û Vowell diyar kir ku di mijarê de hinek pêşketin çêbûne lê divê pirsgirêkên pêvajoyê jî bên çareserkirin.

Di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanî dupat kir ku Herêma Kurdistanê rijd ji bo serxistina proseyê û yekkirina Pêşmergeyan dixebite.

Di civînê de rewşa giştî ya herêmê û pirsgirêkên hevbeş jî hatin gotûbêjkirin û Konsulê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê Mark Straw jî amade bû.

Mesrûr Barzanî: Hikûmet pabendî yekkirina hêzên Pêşmergeyan e

Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî Joel Vowell her wiha bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re jî civiya.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku hikûmet li ser armanca yekkirina hêzên Pêşmergeyan e û pêwîst e destên kesayetî û hizbî di Wezareta Pêşmergeyan de bên rakirin,

Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku divê rê li ber hewldanên ji bo destnîşankirina wezîran neyê girtin.

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, mijara sereke ya civînê gotûbêjkirina proseya çaksaziyê ya di Wezareta Pêşmerge de û gavên yekkirina hêzên Pêşmergeyan bû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Serokwezîr tekezî li ser berdewamî û bilezkirina proseyê û pabendbûna bi cîbicîkirina bernameya kabîneya nehem a di warê yekkirina hêzên Pêşmergeyan de kir.

Dûrxistina wezaretê ji her destêwerdan û berjewendiyên kesayetî jî hat gotûbêjkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst