Hewlêr (Rûdaw) - Muzexaneya Dêrsimê berî 3 salan hate vekirin lê di demeke kurt de di warê xwe de yek ji xelatên herî girîng bi dest xist.
Muzexaneya Dêrsimê bi 2 hezar berhem û kelûpelên xwe yên dîrokî ket nav 3 muzexaneyên herî baş ên Ewropayê.
Bi vê yekê Xelata Luigi Michelettiyê ya Akademiya Muzexaneyên Ewropayê bi dest xist û bû duyemîn muzexaneya herî baş a hemû Ewropayê.
Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu li ser vê xelatê ji Rûdawê re axivî û got:
“Muzexaneya Tunceliyê ji bilî taybetmendiyên xwe yên mîmarî, di warê pêşangehan de jî cuda ye.
Li vê derê pêşangeheke li ser ola me ya Xorasanê ya Elewiyan jî heye ku hatiye parastin. Di vî warî de jî balkêş e. Ev yek ji aliyê organîzasyonên Ewropayê ve jî hat ferqkirin.
Di sala 2022yan de ji aliyê Foruma Muzexaneyan a Ewropayê ya Komîsyona Ewropayê ve wek muzexaneyeke cuda û binirx hat tomarkirin û hêjayî xelata sertîfîkayê hat dîtin.
Di sala 2023yan de jî ji aliyê Akademiya Muzexanayan a Ewropayê ve wek duyemîn muzexaneya herî baş a Ewropayê hat tomarkirin.
Ji xwe ev ax welatê sereke yê şaristaniyên yekem e.”
Muzexaneya Dêrsimê ji 4 blokan pêk tê
Muzexaneya Dêrsimê li ser rûberê 5 hezar û 500 metre çargoşe hatiye avakirin û ji 4 blokan pêk tê.
Bi sedan berhemên xwe yên dîrokî yên ji cêr, amûrên ji kevir û kanzayan dîroka bi hezaran sal berê ya herêmê ronî dike.
Rayedar û xelkê parêzgehê bi hêvî ne ku piştî vê xelatê ji navxwe û derve hejmareke zêdetir a geştyaran berê xwe bidin Dêrsimê.
Parêzgarê Dêrsimê Bulent Tekbiyikoglu herwiha anî ziman:
“Tevî ku yek ji muzexaneyên herî ciwan e û bajarê me ne bajarekî qelebalix e, hema bêje di salekê de bi qasî hejmara nifûsa bajêr, vê derê mazûvaniya geştyar û mêvanan kir.
Ez di wê baweriyê de me bi vê xelatê em dê li Ewropayê zêdetir balê bikşînin û dê hejmara mêvanên me yên biyanî jî zêdetir bibe.”
Karmendên Muzexaneya Dêrsimê bi xebatên xwe yên kolandinê û hewldanên xwe di proseya bidestxistina vê xelatê de xwedî roleke girîng in.
Welatiyên Dêrsimê û geştyarên ku serdana muzexaneyê dikin ji ber vê kedê spasiya wan dikin.
“Kedeke zêde hatiye dayîn”
Welatiyekî ji Dêrsimê Erdal Îlaslan li ser mijarê got:
“Dema me cara yekem ev yek bihîst em pir serbilind bûn. Tenê ji bo vê yekê ji Îzmîrê ji bo li muzexaneyê bigerim hatim.
Ev 2 roj in ez li vê derê me û têr û tije geriyam. Bi rastî kedeke zêde ya van hevalan heye.
Çi xebatkarên vê derê û çi jî rêveberê muzexaneya me ez hemûyan pîroz dikim û spasiya wan dikim.”
“Divê baştir danasîna wê bê kirin”
Geştiyara bi navê Helîn Tuncayê jî anî ziman:
“Ev cara yekem e ez têm Dêrsimê. Helbet cara yekem e ku têm vê derê jî.
Dema min ji derve lê nihêrî bendewariyeke min a zêde nebû lê bi rastî gelekî berfireh e û nivîs û vegotinên vîdeoyan bi hûrgilî û gelekî xweşik hatine nîşandan.
Berhemên gelekî xweşik hene, ez di wê baweriyê de me ku divê baştir danasîna wê bê kirin.”
Projeya Muzexaneya Dêrsimê di sala 1935an de ji aliyê mîmarên Alman ve hat çêkirin. Piştî ku hat temamkirin salên dûrûdirêj wek binkeyeke leşkerî hat bikaranîn.
Sala 2015an xebatên nûjenkirina nuzexaneyê dest pê kirin û sala 2020ê bi beşdariya online ya Serokkomarê Tirkiyeyê deriyên xwe ji geştyaran re vekir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse