Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê: Krîzan bandor li tenduristiyê kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Fîras Abyad ragihand ku ji ber krîzan zexteke zêde ser kerta tenduristiya wî welatî çêbûye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Libnanê Fîras Abyad ji bo beşdarbûna civîna 78emîn Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê ye.

Fîras Abyad, pirsa peyamnêrê Rûdawê ya li ser mijara penaberan bersivand.

Fîras Abyad ragihand ku welatê wî rûbirûyî çend krîzên cûda bûye û ji ber van krîzan zexteke zêde li ser kerta tenduristiyê çêbûye.

Bi gotina Fîras Abyad zêdebûna koçberan li welatê wî rewş aloztir kiriye û yek ji sêyan niştecihên welatê wî koçber e.

Fîras Abyad got ku ev berpirsyarî ne tenê ya hikûmeta Libnanê di heman demê de ya hemû cihanê ye.

Abyad diyar kir ku welatî  mazûvaniya nêzîkî 815.000 penaberên Sûriyê yên tomarkirî û bi sed hezaran penaberên netomarkirî dike û got:

“Ev tê wê wateyê ku em li cîhanê welatê herî zêde penaber lê hene. Herwiha nifûseke zêde ya penaberên Filistînî heye. Ji ber ku aboriya welat ev çend sal e xirab bûye, rayedarên daxwaza vegerandina penaberên Sûreyî kir.”

Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) roja sêşemê dest pê kir û biryar e heta hefteya bê bidome.

i bo beşdariya Lijneya Giştî bi sedan lîder û delege çûn New Yorkê.

Nêzîkî 150 serokên dewletan dê li Lijneya Giştî biaxivin.