Li Wanê erd hejiya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbakêyê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4.2 pileyan çêbû.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Elbakê ya Wanê erdhejeke bi hêza 4.2 pileyan çêbûye.

AFADê diyar kir ku erdhej demjimêr 17:43yan di kûrahiya 7 kîlometrayan de çêbûye.

Parêzgeha Wanê li ser hêla erdhejê ye û di erdhejên 23yê Çiriya Pêşînê û 9ê Çiriya Paşînê ya 2011an de 644 kesan canê xwe ji dest dabû û hezar û 966 kes jî birîndar bûbûn.