Li Hesekê şer û pevçûn rawestiyan!

21-09-2023
Hisên Omer
Nîşan Hesekê Hikûmeta Sûriyeyê Hêzên Parastina Niştimanî Ebdulqadir Hemo Şer û Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Hesekê şer û pevçûnên di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û çekdarên Parastina Niştimanî de rawestiyan.

Li Çargoşeya Ewlehiyê ya bajarê Hesekê, di navbera hêzên Hikûmeta Sûriyeyê û çekdarên Parastina Niştimanî ya bi fermandariya Ebdulqadir Hemo de şer û pevçûnên dijwar hebûn.

Çavkaniyeke taybet a ji bajarê Hesekê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ji îro serê şeveqê ve şer û pevçûn rawestiyane.

Heman çavkaniyê da zanîn ku dengên teqînan êdî nayên bihîstin.

Li gorî heman çavkaniyê, heta niha çarenivîsa Ebdulqadir Hemo nehatiye eşkerekirin.

Jinek miriye, 6 sivîl birîndar bûne

Li gorî çavkaniyên bijîşkî yên Hikûmeta Sûriyeyê, ji ber şer û pevçûnên li Hesekê, jinekê jiyana xwe ji dest daye û 6 sivîl jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, di şer de efserek û 2 serbazên Hikûmeta Sûriyeyê hatine kuştin.

Şer û pevçûnên li Çargoşeya Ewlehiyê ya bajarê Hesekê yên di navbera Artêşa Sûriyeyê û milîsên Parastina Niştimanî de ji roja çarşemê berê sibehê ve berdewam dikirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst