Li Amedê jin pev çûn: Jinek bi çekê hat birîndarkirin

21-09-2023
Nîşan Amed Erxenî Jin Pevçûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxeniyê ya Amedê ya Bakurê Kurdistanê di şerê di navbera 2 jinan de xwîn rijiya û jinek bi çekê hat birîndarkirin.

Bûyerê şevê din li Taxa Adnan Menderesê ya navçeya Erxeniya rû da.

Li gorî zanyariyan, di navbera jina bi navê G.K. ku li dikana xwe xwarinên malan çêdike û jineke ku navê wê nehatiye zanîn de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Piştî demekê her du jin pev çûn.

Jina ku navê wê ne diyar e bi çekê gule li G.Kyê barandin û ew birîndar kir.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê jina birîndar rakir Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê.

Hat zanîn ku rewşa wê ya tenduristiyê baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst