Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê hişyariya lehiyê da

21-09-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapora Rêveberiya Giştî ya Keşnasiyê dê li 17 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê baran bibare û ji bo çend parêzgehan hişyariya lehiyê hat dayîn.

Bi destpêkirina demsala payîzê re li hejmarek parêzgehênTirkiye û Bakurê Kurdistanê pileya germê daketiye û egere lehiyê jî zêdetir bûye.

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyê ragihand ku ji roja Pêncşemê 22ê Îlona 2022ê ve li parêzgehên Dîlok, Kilîs, Semsûr, Sêrt, Sêwaz, Erzîngan û Dêrsimê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Bursa, Çankiri, Kirikkale, Enqere, Antalya, Samsun, Ordu û Tokat ên Tirkiyê pileya germê 8 pile dadikeve û baran destpê dike.

Li gor rapora Saziya Keşnasiyê tê pêşbînî kirin ku li parêzgehên Sêwaz, Erzingan û Dêrsimê û derdora wan baraneke zêde bibare û ji ber vê yekê divê li hember lehiya ji nîşka ve, brûsk û bayê bihêz tedbîrên pêwîst bên wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst