Li Cezîra Rojavayê Kurdistanê avdana şînkayî bi ava pîs hat qedexekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Cezîra Rojavayê Kurdistanê avdana şînkayî bi ava pîs hat qedexekirin.

Desteya Çandiniyê û Avdanê li herêma Cezîra Rojavayê Kurdistanê bi rêya giştnameyekê avdana şînkayiyên xwarinê bi ava pîs qedexe kir.

Di Giştnameya Desteya Çandiniyê de hatiye, her kesê şînkayiyên xwarinê bi ava pîs av bide ji 3 meh heta salekê tê zindanîkirin û bi 50 heta 100 hezar lîreyan jî tê cezakirin.

Li gor Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser heta niha li Cezîra Rojavayê Kurdustanê 16 kes bi kolêrayê ketine û 2 pêketiyan canên xwe ji dest dane,  sedem jî avdana şînkayiyên xwarinê bi ava pîs e.