Xwendekarên Serê Kaniyê li kampan di rewşeke dijwar de dixwînin

21-09-2022
Hisên Omer
Xwendekarên Serê Kaniyê li kampan di rewşeke dijwar de dixwînin
Xwendekarên Serê Kaniyê li kampan di rewşeke dijwar de dixwînin
Nîşan Serê Kaniyê Xwendekar Kampên Koçberan Perwerdehî Mihemed Hac
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên koçber ên Serê Kaniyê li nav kampên Waşokan û Serê Kaniyê di nav rewş û mercên pir zehmet û dijwar de dixwînin. Nêzî 6000 xwendekar, di hersê qonaxên xwendinê de di vê rewşa zehmet de xwendina xwe dikin.

Mihemed Hac, berdevkê Komîteya Perwerdeyê li herdu Kampên Waşokanî û Serêkaniyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re zehmetî û kêmasiyên prosesa xwendinê li nav kampan vegotin.

Berdevkê Komîteya Perwerdeyê Mihemed Hac dibêje “Weke ku em tev dizanin sala xwendinê li hemû herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin. Li herdu kampên koçberên Serê Kaniyê jî me dest bi perwerdehiyê kiriye. Bi rastî ji dema koçberkirina xelkê me yê Serê Kaniyê heta roja niha em li kampê pirsgirêka perwerdehiyê gelekî dibînin. Di herdu kampan de li her kampekê tenê 2 dibistan lê hene. Hejmara xwendekaran li herdu kampan 6 hezar xwendekaran derbas kiriye. Li herdu kampan ji bo beşên seretayî tenê 2 saet perwerdehî tê dayîn, ji bo beşên Amadehî û navîn 4 saet têne dayîn. Ji bo kesên seretayî fêrî xwendin û nivîsandinê bibin tenê 2 saet têrê nake. Xelkê kampê jî gazinan dikin, daxwazên wan jî hene ku zarokên xwe zêdetirî 2 saetan li dibistanê bixwînin. Lê mixabin derfetên me tune ku em em wan zêdetirî 2 saetan li dibistanê pêşwazî bikin.”

Li kampê waneyeke xwendekaran ya bi zimanê Kurdî, mamoste û xwendekar li bin konekî ku ji hemû pêdawîstiyên seretayî bêpar e dirêjiyê bi prosesa xwendinê didin.

Bedevkê Komîteya Perwerdeyê li kampan bang li hemû rêxistinên mirovî dike ku alîkariya pêwîst ji bo kerta perwerdeyê li nav kampan pêşkêş bikin.

Mihemed Hac got jî “Ji bo wê yekê ji gelek pirsgirêk li pêşiya me derdikevin. Di heman demê de ji bo alîkariyê daxwaza me ji bo hemû  sazî û dezgehên mirovahiyê heye ku piştgiriyê bidin van xwendekarên li kampa Serê Kaniyê û kampa Waşokanê. Ji ber salên bên ku qurtasiyan werbigrin derbas dikin. Zor û zehmetî, rewşa aborî li Serê Kaniyê jî zehmet e, ev dibe pirsgirêk li pêşiya zarokan jî. Salên xwendinê bi dawî dibin jî bi rastî gelek xwendekarên me hene qurtasî bi xwe re nayînin, ev dibe pirsgirêk. Ji bo wê jî li hemû kampan krîza perwerdehiyê hîn jî nehatiye çareserkirin.”

Herwiha li kampê li waneyeke zimanê Erebî ku hejmareke mezin ji xwendekaran di nav cihekî teng û girtî de, di germahiya vê demê salê de weaneya xwe werdigirin.

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çavkaniyên perwerdeyî wergirtine, berî dagîrkirina Serê Kaniyê, 23000 xwendekar hebûn. Ji wan tenê li gundewarên Til Temir nêzî 2000 xwendekarên koçber ji xwendinê bêpar in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst