PDK-Bakur derbarê kuştina keça Kurd Jîna Emînî de daxuyaniyek belav kir

21-09-2022
RÛDAW
Nîşan Jîna Emînî PDK-Bakur
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - PDK-Bakur derbarê kuştina keça Kurd Jîna Emînî de got “ Dewleta çavsor û mêtinger a Îranê, jina Kurd a bi navê Jîna Emînî bi hênceta ku porê xwe baş negirtiye li îşkencexaneyeke li Tehranê bi tehdeyî qetl kir. Rûdanên li Rojhilatê Kurdistanê yên vê dawiyê nîşan didin ku ji bo jiyaneke di nava xweşî û ewledariyê de tekane rêya li ber gelê Kurd avakirina dewleta serbixwe a Kurdistanê ye”

Bertekên ji Kurdistanê û çar aliyên cîhanê li ser bûyera canjidestdana keça Kurd Jîna Emînî ku roja 13ê Îlona 2022an ji aliyê polîsên Exlaqê yên Îranê ve hatibû desteserkirin û piştre bi awayekî jihişçûyî bo nexweşxaneyekê li Tehranê hatibû veguhastin û roja 16ê Îlonê piştî 3 rojan canê xwe ji dest dabû, dewam dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî de daxuyaniyek belav kir.

PDK-Bakur di daxuyaniya xwe de tekez kir ku gelek ciwanên Kurd ji aliyê hêzên îranê ve tên kuştin û got “Dewleta çavsor û mêtinger a Îranê, jina Kurd a bi navê Jîna Emînî bi hênceta ku porê xwe baş negirtiye li îşkencexaneyeke li Tehranê bi tehdeyî qetl kir. Bi dû vê hovîtiya dewleta mêtinger re gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê hemî bi hev re, hema hema li hemû bajaran bi dûrişmeyên netewî dest bi çalakiyên protestoyê kirin. Dewleta mêtinger wekî her tim, bi çek û posat û xedariyê xwest ku rê li ber çalakiyên gelê me bigire, wek ku tê zanîn, di van çalakiyan de gelek ciwanên me yên Kurd bi destên hêzên çavsor yên rejîmê ve hatin kuştin û birîndarkirin.”

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PDK-Bakurê diyar kir ku rûdanên li Rojhilatê Kurdistanê yên vê dawiyê nîşan didin ku ji bo jiyaneke di nava xweşî û ewledariyê de tekane rêya li ber gelê Kurd avakirina dewleta serbixwe a Kurdistanê ye û wiha berdewam kir” Lewre, jiyana di binê zilm û zordarî dagiriyê de, her ku diçe êş û birînên me yên ji ‘bêdewletî’ û ‘bêtifaqiyê’ wer dihên, girantir dikin û ramana çareseriyê jî ji dil û mejiyê gelê me bi dûr dixin. Di serê serî de hêzên global, divêt raya giştî ya navnatewî jî ji bo bi dawî anîna vê neheqiya mêjûyî, herweha dagirkirina Kurdistanê û pergala mêtingeriyê, xwe bidin ber nîr û pêngavên bingehîn û encamdêr bavêjin. “

Partiya me PDK-Bakur dide zanîn ku wekî berê îro jî li ser bîr û baweriya lihevnekirina bi dewletên mêtinger re ye û piştgiriyê dide gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê û pêşengiya siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst