Pentagon û Wezareta Pêşmerge protokoleke lihevtêgihîştinê îmze kirin

21-09-2022
RÛDAW
Nîşan Pentagon Amerîka Wezareta Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeke payebilind a Wezareta Berevaniya Amerîkayê bi serokatiya Alîkara Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ya karûbarên asayîşa navnetewî Celeste Wallender îro gihîşt Herêma Kurdistanê û bi aamdebûna Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî protokoleke lihevtêgihîştinê bi Wezareta Pêşmerge re îmze kir.

Şanda Pentagonê îro berî nîvro bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ve hat pêşwazîkirin.

Paşê şanda Pentagonê ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve li ofîsa xwe hat pêşwazîkirin

Di hevdîtinê de derbarê pêşxistina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de hat gotûbêjkirin û behsa protokola lihevtêgihîştinê ya di navbera Wezareta Pêşmerge û Pentagonê jî hat kirin.

Li gor protokolê, Amerîka berdewam dibe li ser piştevanî û alîkariyên xwe yên bo Hêzên Pêşmerge.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevaniya Amerîkayê ya ji bo Hêzên Pêşmerge bi taybetî di tekoşîna dijî terorê û terorîstên DAIŞê de kir û destnîşan kir, Herêma Kurdistanê hêvî dike peywendiyên xwe bi Amerîkayê re bihêztir bike.

Alîkara Wezîrê Berevaniya Amerîkayê jî di hevdîtinê de ragihand: “Ez serbilindim ku îro ji bo îmzakirina protokola lihevtêgeheştinê ya ku nîşaneya bihêziya peywendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê ye, li vê derê me.”

Piştre şanda Wezareta Berevaniya Amerîkayê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinek kir.

Herwiha di merasimekê de bi serpireştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Alîkara Wezîrê Berevaniya Amerîkayê bo karûbarên asayîşa navnetewî Celeste Wallender di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê Pentagon de protokoleke lihevtêgihîştinê hat îmzekirin.

Di merasimê de herwiha cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê û hejmarek rayedarên dîplomatîk û leşkerî yên her du aliyan amade bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê di merasimê de gotarek pêşkêş kir û behsa rola Hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorê de û herwiha piştevanî û alîkariyên Amerîkayê û Hevpeymanan bo Iraqê û Herêma Kurdistanê di têkbirina DAIŞê de kir.

Nêçîrvan Barzanî spasiya alîkariyên berdewam ên Amerîkayê yên bo Herêma Kurdistanê û Iraqê di şerê dijî terorê de kir û tekezî li ser alîkarî û hevahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê di têkoşîna dijî terorê de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha tekez kir, “Herêma Kurdistanê pabendî hevalbendiya bi Amerîkayê re ye” û ji bo rola wan a di reformên Wezareta Pêşmerge de spasiya Amerîka û welatên Hevpeymanan kir.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst