Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana projeya avakirina Balafirgeha Duhokê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî çû serdana cihê projeya avakirina Firokexaneya Navnetewî ya Duhokê û li wê derê rewş şopand. Barzanî got ku ew proje dê bi hinek guhertinan di demek nêzîk de were cîbicîkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ku duh beşdarî vekirina sîloya li Duhokê bû, îro Sêşemê 21ê Îlona 2021ê serdana projeya avakirina Balafirgeha Navdewletî ya Duhokê kir û ji nêz ve li cihê projeyê geriya û nexşe û pêngavên cîbicîkirina projeyê şopand ku projeyeke stratejîk û hêsankariyeke mezin ji bo geştkirina welatiyên parêzgeha Duhokê.

Mesrûr Barzanî diyar kir ku ew ji bo şopandina xebatan li wir e, bi bîr xist ku biryara avakirina wê projeyê di heyama kabîneya berê de hatibû dayîn, lê ji ber krîza aborî nikarîbû temam bikin.

Barzanî bal kişand li ser girîngiya rojeya avakirina Firokexaneya Navnetewî ya Duhokê û got: “Serdana me ya îro ji bo wê yekê ye ku pêdaçûnekê bi vê projeyê û peymanên ku hatine kirin, bikin, da ku careke din dest bi çêkirina vê firokexaneyê bikin, ku ji bo Duhok û derdora wê girîng e. Eger Xwedê alîkar be, piştî xebata cidî ku dest pê kiriye, bi hinek guhertinan ev firokexane di dema herî nêzîk de tê avakirin.”

 

Avakirina projeyê, ku , dê di geşt û gerê de asankariyê bide xelkê Duhokê, sala 2012an bi budceya 130 milyon dolaran dest pê kir.

Peyamnêrê Rûdawê Nayif Remezan diyar kir ku bingeha avakirina projeya di sala 2012an de ji aliyê şîrketên Tirkiyê û Koreya Başûr ve hatine avêtin, lê projeya ku ji sedî 10 bi dawî bûye, ji ber krîza aborî û şerê DAIŞê rawestiya bû.

Peyamnêrê me diyar kir ku yek ji mezintirîn daxwaz û hêviyên xelkê Duhokê temamkirina firokexaneyê ye.