Li Efrînê girtina welatiyên Kurd berdewame

21-09-2021
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê Grûpên Çekdar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar yên opozîsyona Sûriyê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê kesek girtine û ji bo azadkirina wî daxwaza pere dikin.

Grûpa Cebhe Şamiye ya ser bi Tirkiyê, gencek bi navê Welîd Mihemed desteser kirine. Wî gencî soz wergirtibû ku ji Şehba ve vegere Efrînê û nayê girtin, lê dema ku gihiştiye yekser hatiye desteserkirin. Ji bo azadkirina wî jî daxwaza pereyan tê kirin.

Welîd Mihemed Neisan niha li zindana Izazê ye û grûpa Cebhe Şamiye daxwaza 20 milyon Lîreyên Sûriyê dike ji bo ku bê azadkirin. Ji aliyekî din ve, çekdarekî grûpa Cebhe Şamiye mala welatiyekî Kurd bi navê Mihemed Hebeş ji gundê Hobka froştiye çekdarekî din.

Li aliyê din hat ragihandin ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 11 welatiyên Kurd li navçeyên Raco, Şiyê, Şîrawe û Mabata yên herêma Efrînê girtine.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova, di dema hefteyekê de, grûpên çekdar ên bi navên Hemzat û Cepheya Şamî ligel îstixbarata Tirkiyê 11 welatiyên Kurd li gundên Kefir Zît, Qere Baba, Qirmitliq û Birîmcê girtine, beramberî azadkirina wan jî ev grûp daxwaza hezar heta 5 hezar dolaran dikin.

Di 3, 10 û 12ê Îlonê de jî, li gundên Kawinda, Kefir Sifre û Qeda li navçeyên cuda yên Efrînê polîsên leşkerî ser bi artêşa niştîmanî ya opozisyona Sûriyê, grûpa Semerqend û Istixbarata Tirkiyê 3 welatiyên kurd girtin, beramberî azadkirina wan jî daxwaza 2 heta 5 hezar dolaran dikin.

Herwiha Grûpeke çekdar a girêdayî Tirkiyê di 12ê Îlonê de bi ser gundê Kîmarê ya navçeya Şêrawa de girtine û keça Kurd a Êzdî, Arîn Dilî Hesen girtine.

Roja 29ê Gulana 2020an, dema ku şer di navbera Hemzat û Ehrar el-Şam de derket, çekdarên Ehrar el-Şam avêtin ser navendeke Hezat a nav bajarê Efrînê û 11 jinên girtî di nav de hatin dîtin, Arîn Dilî Hesen yek ji wan bû.

Roja 23ê Çileyê 2020an, Arîn Dilî Hesen hat azadkirin, lê piştî 9 mehan ji azadkirina wê, roja 12ê Îlonê careke din hatiye girtin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst