Qeyûmê Êlihê li cihê sînemaya Yilmaz Guney hawizê avê çêdike

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ku qeyûm birêve dibe li cihê salona sînemaya Yilmaz Guney ku nêzîka 4 sal berî niha ji ber şorta elektrîkê şewitî, bi îddîaya xweşikkirina dîmenê bajêr hawizekî avê çêdike.

Sînemaya Yilmaz Gunek ku li navenda bajarê Êlihê ye piştî danîna qeyûm bo ser şaredariyê di sala 2016an de hat girtin. Di 30ê Çileya 2017an de ji ber şorta elektrîkê bi tevahî şewitî. Qeyûmê Êlihê berê rapirsiyek kir û pirsyar ji xelkê bajêr kir ka gelo li wî cihî “mizgeft, salona sînema yan park” bê çêkirin û ev jî bû sedema gelek karvedanan.

Mihemed Demir piştî ku di hilbijartina 31ê Adara 2019an de bi bidestxistina ji sedî 66ê dengan wek hevserokê şaredariya Êlihê li ser lîsteya HDPê hat hilbijartin, di yekem civîna encûmena şaredariyê de ragihand ku sînemaya Yilmaz Guney bi awayekî modern çêdikin, lê ji ber kombûna 307 milyon lîre deynên şaredariyê cîbicîhkirina projeyê bo sala 2020ê hat paşxistin.

Roja 23ê Adara 2020ê careke din qeyûm bo şaredariya Êlihê hat danîn û qeyûm biryara rawestandina projeyê da. Piştre biryar da li cihê sînemayê hawizekî avê çêbike. Tîmên şaredariya Êlihê dest bi karê xwe yê di projeyê de û danîna boriya avê bo cihê çêkirina hawiz kirine.

Hevseroka berê ya şaredariya Êlihê ku qeyûm li şûna wî hatiye danîn dibêje, sînemaya Yilmaz Guney ne tenê saloneke sînemayê ye lê saziyeke ku bajêr dide nasandin, lewra divê ji nû ve were çêkirin.