Çekdarên DAIŞê bi ser gundekê de girtin û 57 gamêş kuştin

21-09-2019
RÛDAW
Jibilî kuştina gamêşan, 6 malên gundiyan jî hatine şewitandin
Jibilî kuştina gamêşan, 6 malên gundiyan jî hatine şewitandin
Nîşan Xaneqîn DAIŞ Gamêş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên DAIŞê bi ser gundekî Xaneqînê de girtin û jibilî şewitandina 6 xaniyan, çekdarên wê rêxistinê gule li ajelên gundiyan jî reşandin û di encamê de 57 gamêşên gundiyan li ser destê wan çekdaran hatin kuştin.

Fermandeyekî li Hêzên Lîwa 3 a Pîyade, Mûqedem Celîl Fayiq, ji Rûdawê re ragihand ku çekdarên DAIŞê, demjimêr 02.00 a derbasbûyî, bi ser gundê Qaye yê girêdayî navçeya Xaneqînê ve, girtine.

Wî fermandeyî aşkere kir ku çekdarên DAIŞê di serdegirtina gund de, ajel jî armanc  girtine û gule li gamêşên gundiyan reşandine û 57 gamêşên gundiyan kuştine ku ew gamêş ji bo xelk deverê deriyê pêkanîna debara xwe ye.

Niştecihên wî gundî ji ber tirsa çekdarên DAIŞê bi şev li gund namînin û malên xwe dihêlin. Mûqedem Celîl li ser vê yekê dibêje, “Berî niha, xelkê wî gundê erebnîşîn, bi DAIŞê re hatine hemberî hev û ji ber hindê, çekdarên DAIŞê jibilî kuştina gamêşan, 6 malên gundiyan jî şewitandine.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, biryar bû artêşa Iraqê, sengerên xwe li nêzikî wî gundî ava bike ji bo kêmkirina metirsiya DAIŞê û  pêş hatina artêşa Iraqê bo wê deverê,çekdarên wê rêixstinê êriş li dijî wî gundî encam dane.

Şêniyên wî gundî, bi giştî gamêşan xwedî dikin. Ew gamêş ku bi giranahiya xwe ya nêzikî tonekê, rojane 6 kîlo şîr didin û temenê wan jî nêzikî 25 salan e û ji bo xelkê herêmê ji zêran binirxtir in. Nirxê her gameşekê jî derdora 5 milyon dînaran e (nêzikî 4 hezar û 200 dolarê amerîkî).

Piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an û vekişîna hêzên Pêşmerge ji wan deveran, valahiyeke emnî li deverên Kurdistanî ku weke deverên 'nakok' tên binavkirin rû daye. Hêzên Iraqî jî di parastina wan deveran de kêm dimînin û çekdarên DAIŞê jî rojane êrişan bi ser xelkê sivîl de encam didin û ziyanê digihînin xelkê medenî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst