Konferansek li ser pêkvejiyan piştî DAIŞê birêve diçe

21-09-2019
Selahedîn Çelîk
Li gor lêkolînan ji sedî 61.4 a jinên Kurdên Êzdî ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin nexweş in
Li gor lêkolînan ji sedî 61.4 a jinên Kurdên Êzdî ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin nexweş in
Nîşan Kurdên Êzidî Paşeroja Pêkvejiyanê ya Piştî DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hewlêrê, konfransê siberoja pêkvejiyanê piştî DAIŞê birêve diçe û tê de du lêkolîn derbarê 44 jinên Kurdên Êzdî yên rizgarbûyî ji destê DAIŞê û Siberoja Xiristiyanan li Iraqê dikevin rojevê.

Li bajarê Hewlêrê, konferansa “Paşeroja Pêkvejiyanê ya Piştî DAIŞê” birêve diçe.

Li gor lêkolînan ji sedî 61.4 a jinên Kurdên Êzdî ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin nexweş in û pêwîstiya wan bi çavdêriyê heye ku rûbirûyî herifandina derûnî bûne û gelek ji wan hewla kuştina xwe kirine û herdem di tirs û nîgeraniyê de dijîn û naxwazin careka din têkelî xelkê dedorê bibin.

Her li gor lêkolînan, pêwîst e jinên rizgarbûyî ji destê DAIŞê di warê xwendinê de derfet bo wan bê dayîn, heta bikaribin li gel rewşê rêk bixin û bi rêya simînar û civînan rêçareya pêwîst bo koçberan şirove bikin, daku di dema rewşa jinişka ve bizanibin çawa miamaleyê bikin.

 Di lêkolînê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, divê pêwîstiyên tendirustî û piştîvaniya aborî û civakî bo wan jinan bên peydakirin.

Li gor lêkolîna din, ku derbarê Siberoja Xiristiyanaye li Iraqê, ku Rêxistina Xêrxwazî ya Barzanî amade kiriye, Xiristiyan di rewşek xerab û dijwar de dijîn, ku ji aliyê grûpên tundrew rûbirûyî koçkirin û derbiderbûnê bûne.

Her li gor lêkolînê, ciwan û law li nav civaka Xiristiyanan nemane û Iraq bicîh hiştine. Ew kesên ku mane hemû pîrin û rêxistinên mirovî jî nikarin pêwîstiyên debara jiyanê bo koçberên Xiristiyan peyda bikin. Koçberên Xiristiyan hest bi aramiyê nakin û piraniya wan hest dikin ku li nav civaka Iraqê hatine piştguhxistin.

Di lêkolînê de amaje bi wê yekê hatiye dan, Xiristiyan dibînin, ku rê bo vegerê ser cihên wan nîne û çareseriya bikêrhatî ku bo derveyî welat koç bikin.

Di êrîşa çekdarên DAIŞê de sala 2014ê zerarek zêde giha navçeyan, ku piraniya akinciyên wan Kurdên Êzdî û Xiristiyan bûn û bi sedema wê êrîşê bi deh hezaran kes koçberî Herêma Kurdistanê bûn û bi hezaran jî çûn derveyî welat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst