Polîsê Silêmaniyê kesê ku bi demançe li karkerekî dixist desteser kir
Hewlêr (Rûdaw) – Polîsê Silêmaniyê li ser wî kesê ku çend roj berê bi demançe li xortekî dixist û ew birîndar kir, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku tohmetbar hatiye desteserkirin û ser bi ti kesekî nîne.
Îro înê 21-09-2018an, Polîsê Silêmaniyê li ser belavbûna vîdeoyekê ku çend roj in li ser medyaya civakî dengvedaneke mezin bi xwe re anî, ku têde welatiyek bi demançeyê li karkerekî dixe û dijûnan li wî û hikûmetê dike û wî karkerî birîndar dike, daxuyaniyek belav kir.
Polîs di daxuyaniyê de diyar dike: “Em pêwîst dibînin ku welatiyên xoşewîst agahdar bikin, ku ew tohmetbar di rûbirûbûnekê de ji aliyê hêzên Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê ve roja 13-09-2018an hat desteserkirin û heman roj nûçeya desteserkirina wî jî li ser rûpela taybet a Rêveberiya Polîsê Silêmaniyê ya li Facebookê hat belavkirin.”
Polîsê Silêmaniyê diyar dike ku tohmetbar ser bi ti berpirsekî nîne û dibêje: “Em daxwaz dikin, kesên ku ji tohmetbarê navborî gilî û gazinên wan hene, li binkeya herî nêz a polîs, giliya xwe ya yasayî bikin.”