Termê Fazil Berwarî li Duhokê hat veşartin

Duhok (Rûdaw) – Fermandarê Firqeya Zêrîn a Dije-Terorê ya Iraqê Lîwa Fazil Berwarî li goristana Şaxkê ya li Duhokê hat veşartin.

 

Navê Lîwa Fazil Berwarî bi her serkeftina leşkerî ya li seranserê Iraqê hat girêdan. Berwarî ji ber celteya dil li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da û cenazeya wî gihişte Duhokê.

 

Birayê Fazil Berwarî, Bendewar Cemîl Berwarî diyar kir ku ev xema hemû Iraqê ye, ne tenê xema malbata wî, wefata wî bandoreke mezin li xelkê kir.

 

Lîwa Fazil Berwarî temenekî dirêj weke Pêşmerge derbas kir û piştre bû Damezrînerê Lîwaya Operasyonên Taybet ku bingeha Dezgeha Dije-Terorê ya Iraqê ye.

 

Endamê Serkirdetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Serbest Tirweniştî destnîşan kir ku Fazil Berwarî kesekî dilsoz bû, weke pêşmerge û serbazekî çavnetirs bû.

 

Lîwa Fazil Berwarî bi merasîma serbazî û bi beşdarbûna fermandarên Pêşmerge û artêşa Iraqê hate bixaksipartin.