Berbijêrê Komela Îslamî yê ji bo serokomariyê eşkere bû

21-09-2018
RÛDAW
Nîşan Parlamenter Komela Îslamî Parlamento Iraq Selîm Şûşkeyî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Komela Îslamî yê Parlamentoya Iraqê Selîm Şûşkeyî xwe ji bo postê serokomariyê berbijêr kir û ragihand: “Di nav şîe û sunniyan de palpiştên min gelek in.”

 

Selîm Şûşkeyî ji Rûdawê re ragihand, ku fraksiyon û encûmena siyasî ya Komela Îslamî ew raspartine daku xwe bike berbijêrê serokomariya Iraqê û got: “Min jî xwe bi awayeke fermî berbijêr kir û em vê yekê wek mafê xwe dizanin. Armanca me pêşbirkeke bi demokratîk e.”

 

Derbarê piştgiriya ji aliyê Yekgirtû, Goran û Hevpeymaniyê ve Şûşkeyî diyar kir: “Piştî ku Tevgera Goran sonda yasayî nexwend û Berhem Salih jî vegeriya nav YNKê, hevpeymaniya me hilweşiya.”

 

Selîm Şûşkeyî balkişande ser wê yekê ku di nav şîe û sinniyan de gelek kes piştgirê didin wî û got, ku ew li hêviyê ye di dema dengdanê de dengeke berbiçav bidest bixe.

 

Piştî hilbijartina serokê parlamentoya Iraqê û cîgirên wî, tê payîn vê hefteyê jî serokomar were hilbijartin, ku ew jî para Kurdan e. Herwiha çavlirêye ku serokomarê nû jî erkê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bide fraksiyona herî mezin a parlamentoyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst