Hewlêr (Rûdaw) – Hefteya derbasbûyî hindek wêneyên Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di nava belemekê kevin de belav bûn, ku ew wêne li çemê navçeya Ciyabaş a parêzgeha Zîqarê hatibûne girtin. Her sal nêzîkî 25 milyar metre sêcar av ji rûbar û çemên Başûrê Kurdistanê ve digihin başûrê Iraqê û ji wir dirijin Kendavê. Ava çemê Ciyabaş jî yek ji wan avan e, ku çavkaniya wê axa Başûrê Kurdistanê ye.
Lê heta niha jî Başûrê Kurdistanê nekariye vê avê weke kartekî guvaşê li hember Bexdayê bikar bîne. Lê şarezayekî çavkaniyên avê dibêje, di paşerojê de bi çêkirina Bendava Bexmeyê, Kurdistan dikare li hember Bexdayê bibe xwedan kartekî bihêz.
Bexda, bi teybetî jî piştî biryara giştpirsiya serxwebûnê, her roj kartên nû yên guvaşê li dijî Kurdistanê bikar tîne. Karta herî dawîn jî biryara dûrxistina Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm bû, ku bi piraniya dengên parlamentoyê hate bikaranîn. Başûrê Kurdistanê jî li hember Iraqê xwedan kartên cuda ye lê bikaranîna van kartan, ji aliyê teknîkî, siyasî û mirovî ve, vê gavê di cîh de nayê dîtin.
Li gorî lêkolînên herî dawîn ên Neteweyên Yekgirtî (NY), ji sedî 40ê nîştecihên cîhanê, ji destê kêmaviyê dinalin. Tê pêşbînîkirin, ku di 15 salên pêş de, ji 3 paran 2 parê nîştecihên cîhanê rûbirûyê pirsgirêka bê avî û kêmaviyê bibin.
Piraniya welatên Rojhilata Navîn jî dikevin rêza wan welatan ku pirsgirêka kêmaviyê dijîn. Başûrê Kurdistanê xwedan çendîn çavkaniyên dewlemend ên avê ne. Lê şareza dibêjin, Kurdistan jî ji vê qeyranê bê par nabe. Çimkî weke pêwîst çavkaniyên xwe yên avê kontrol nake.
Kurdistan dibe xwedane 100 bendavan
Herêma Kurdistanê xwedanê 2 bendavên mezin e. Yek ji wan Bendava Dokanê ye, ku 6 milyar metre sêcar av digre û li ser rûbarê Zêya Biçûk hatiye çêkirin. ya duyemîn jî Bendava Derbendîxanê ye, ku 3 milyar metre sêcar avê digre û li ser rûbarê Sîrwanê hatiye avakirin.
Rêveberê Giştî yê Bendav û Kogehên Avê li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ekrem Ehmed ji Rûdawê re got: “Niha Herêma Kurdistanê xwediyê 14 bendavan e, ku bi giştî ev bendav dikarin 10 miyar metre sêcar avê bigrin.”
Li gorî gotina berpirsên Wezareta Çandiniyê, zêdetirî 250 cihan ji bo çêkirina bendavan hatine diyarkirin û li 100 cihan jî dîraseya çêkirina bendavê hatiye kirin. Di heyama derbasbûyî de li ser 22 bendavan kar hatiye kirin lê ji ber qeyrana darayî, karê li van bendavan sekinî ye. Niha tenê di 4 bendavan de kart ê kirin. Herwiha 57 bendav ji bo lêkolînê tên amadekirin û 13 bendav jî di bin lêkolînê de ne.
Ekrem Ehmed dibêje, eger ev bendav jî werin temamkirin, dê bikarin 15 milyar metre sêcar avê gilbidin.
Her sal 25 milyar metre sêcar av diçe Iraqê
Li Başûrê Kurdistanê 4 rûbarên sereke hene. Zêya Mezin, Zêya Biçûk, Sîrwan û Elwen. Li gorî hinek amaran, salê 45 metre sêcar av ji van rûbaran diherike û Başûrê Kurdistanê weke pêwîst sûdê jê wernagre.
Nêzîkî ji sedî 50 yê avên Başûrê Kurdistanê, ji serkaniyên nav axa Başûrê Kurdistanê derdikevin. Lê serkaniya avên Iraq tenê ji sedî 8ê ji axa Iraqê derdikeve. Ji sedî 71ê ava Iraqê ji rûbarên Dîcle û Feratê tên ku çavkaniya wan jî Bakûrê Kurdistanê ye. Lewma, asayîşa ava Iraqê di destê Tirkiye, Sûriye û Herêma Kurdistanê de ye.
Rêveberê Giştî yê Bendavan Ekrem Ehmed dibêje: “Her sal ji Kurdistanê ve 25 milyar metre sêcar av diçe Iraqê. 13 milyar metre sêcar av ji rûbarê Zêya Mezin (Zap) ve diçe, ku ti bendav li ser nehatine çêkirin.
Kurdistan dikare Iraqê bixeniqîne?
Başûrê Kurdistanê li gorî avûhewayê dibe 2 beş. Beşa yekem bakûr û bakurê rojhilat û rojavayê Başûrê Kurdistanê ye, ku avûhewaya Deryaya Naverast lê serdest e. Salane 600 heta 1300 milîm baran dibare.
Beşa duyemîn jî piraniya navçeyên naverast, başûr û rojavayê Başûrê Kurdistanê ne, ku ev herêm di bin bandora avûhewaya nîv hişk de ne û salane 200 heta 500 milîm baran dibare.
Ji bilî 4 rûbarên sereke, hersal berf û barana li herêmên Kurdistanê, bi taybetî jî li çiyayan dibarin, di cokên biçûk de kom dibin û dirijin nav rûbarên sereke.
Ji sînorên parêzgeha Diyale, navçeya Celewla û Xalisê heta Hemrînê, ji wir jî heta Hemrînê, herwiha Kerkûk, Hewîce, Xurmatû, Samara, Tikrît heta diçe Bexdayê, ev navçe tev de pişta xwe bi ava Kurdistanê ve girêdidin.
Ekrem Ehmed dide zanîn, ku her sal ji sedî 30ê ava Dokanê û Derbendîxanê ji bo başûrê Iraqê tê berdan.
Lê di dema kurbûna nakokiyan de Kurdistan dikare avê weke kart bikar bîne?
Rêveberê Giştî yê Bendav û Kogehên Avê li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Herêma Kurdistanê Ekrem Ehmed dibêje: “Em nikarin pêşiya avê bigrin. Ji ber ku li gorî destûra Iraqê av mijarekî siyadî ye. Bi taybetî jî avên hevbeş ên Tirkiye, Îran û Iraqê ya hemû Iraqê ye û ne tenê ya Kurdistanê.”
Herwiha Ekrem diyar dike, ava vexwarinê ya hinek bajar û bajarokên Kurdistanê jî ji bendavên Derbendîxan û Dokanê tê dabînkirin, lewma eger avê bi ser Iraqê de bigrin, ew navçe û bajar jî bê av dimînin.
Ji aliyê teknîkî ve jî gildan û komkirina avê di herdu bendavan de hinek zehmet e. Li gorî gotina Ekrem Ehmed, dikarin di bendava Dokanê de salekê jî avê gilbidin û bernedin lê Bendava Dokanê biçûk e û egerê barîna baranê de serêj dibe û nikare were kontrolkirin.
Projeyên Kurdistanê yên stratejîk nînin
Wezîrê berî yê çandinî û çavkaniyên avê yê Herêma Kurdistanê Tehsîn Qadir dibêje, ji aliyê hunerî ve hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyên stratejîk li sera van çênekiriye da ku bikare avê kontrol bike.
Tehsîn Qadir derbarê bikaranîna karta avê diyar dike: “Welatên cîhanê jhî avê weke kart li dijî hev bikar tînin lê di behsê nakin û ranagihînin, di çapemeniyê de behs nakin. Em weke kurd, behsa vê yekê dikin lê weke kart bikar naynin. Çimkî ji aliyê hunerî ve Kurdistanê projeyên stratejîk ên mezin çênekiriye li ser avên hevbeş. Projeyên hene jî têra kontrolkirina avên me nake.”
Tehsîn Qadir bikaranîna karta avê weke kartekî lawaz dibîne û diyar dike, ku ev yek ji aliyê mirovî ve jî dê zirarê bide herêma Kurdistanê û bibe cihê nerazîbûnên cuda.
Bendava Bêxme kartekî bi hêz e
Di salên 1930ê de rejîma paşatiya Iraqê biryar da li ser rûbarê Zêya Mezin, li nav sînorên bajarokê Xelîfan a Başûrê Kurdistanê, Bendava Bêxme çêbike.
Lêkolînên çekirina vê bendavê, heta sala 1979ê jî ji aliyê pisporên navxwe û biyanî ve berdewam kirin û biryar hate dayîn ku kevirê bingehê ya vê projeyê were danîn. Lê ji ber şerê Îran û Iraqê, karê vê projeyê sekinî. Di sala 1987ê de şîrketên Tirkiye û Yogoslavya ya demê (Inka û energy procekt) careke din dest bi çêkirina projeyê kirin. Lê di sala 1990î de, ji ber cezayên aborî yên Civata Ewlekariya Navdewletî yên li ser Iraqê, proje hate sekinandin.
Li gorî dîzaynê, bilindahiya Bendava Bêxmeyê 230 metre û rûberê wî yî 100 kîlometre çargoşe ye, dikare 18 milyar metre sêcar avê gîlbide û 1500 megawat elektrîkê berhem bîne. Herwiha bibe bendava herî mezin a ser asta Iraqê.
Tehsîn Qadir yek ji wan kesan e, ku di dema wezîrtiya xwe de hewl daye projeya Bendava Bêxmeyê vejîne û dibêje: “Dema ez wezîr bûm, Wezareta Çavkaniyên Avê yê Iraqê jî di destê kurdan de bû. Celal Talebanî serokomar bû û pêgeha kurdan li Bexdayê, ji ya niha bihêztir bû. Pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê jî pir baş bûn. Wê demê hikûmeta Iraqê amade bû ji bo temamkirina vê projeyê 5 heta 7 milyar dolaran terxan bike. Lê mixabin, ji ber hinek hêncetên biçûk, ji bo çêkirina vê projeyê rizamendî nehate dayîn.”
Li gorî gotina Tehsîn Qadir, eger wê demê ev proje bihata çêkirin, niha bidawî dibû û Herêma Kurdistanê jî dikariya ewlekariya avên xwe misoger bike. Herwiha dê biba kartekî bihêz jî ji bo danûstandinên li gel Bexdayê.
Tehsîn Qadir dide xuyakirin, bendavên din ên Başûrê Kurdistanê ne stratejîk in, bendavê biçûk in û nabine karta guvaşê.
Gelo metirsî li ser ava Kurdistanê heye?
Şarezayên avê ev demeke hawarê dikin û dibêjin, dest bi ser avê de bigrin. Çimkî şerê dahatî nabe şerê zêrê reş an ku petrolê, dê bibe şerê zêrê spî, an ku avê. Berdêla zêrê reş di cîhanê de heye lê ya zêrê spî nîne.
Li gorî datayan tenê ji sedî 3 ya ava cîhanê ava şîrîn e. Her çi qas di vî warî de ti pirsgirêkeke Kurdistanê nîne û xwedan ava şîrîn e, lê pispor û şareza dibêjin, eger nekare projeyên stratejîk çêbike, Kurdistan jî ji qeyrana avê bê par nabe.
Li gorî datayan, ji bo serê her takekî li Kurdistanê, salane 2 hezar metre sêcar av dikeve lê dikare ev hejmar ji bo 4 hezar metre sêcar av were bilindkirin.
Wezîrê berî yê çandinî û çavkaniyên avê yê Herêma Kurdistanê Tehsîn Qadir, derbarê metirsiya li ser ava Kurdistanê dibêje: “Ji aliyê avê ve em welatekî dewlemend in. Lê hinek fartor hene, ku vê dewlemendiyê diguherin. Yek ji wan avûhewa ye, ku bi giştî cîhan û bi taybetî jî Rojhilata Navîn, ber bi hişkbûnê ve diçe, tevahiya avan kêm dibin.
Ya duyemîn jî ew e, ku ji sedî 60ê ava Başûrê Kurdistanê ji paçeyên din, wate ji Tirkiyê û Îranê ve tên. Ew dewlet bi xwe jî bi pirsgirêka avê re rûbirû dibin. Ji bo çareseriya pirsgirêka xwe ya avê, bendavên mezin çêdikin da ku avê kontrol bikin. Ev jî dihêle, ku ava Başûrê Kurdistanê kêm bibe.”
Qadir çêkirina Bendava Ilisûyê ya ji aliyê Tirkiyê ve weke mînak tîne û dide xuyakirin: “Salane 20 milyar metre sêcar ava rûbarê Dîcleyê diherike nava axa Başûrê Kurdistanê. Eger Bendava Ilisûyê were çêkirin, dê Tirkiye pêşiya 11 milyar metre sêcar av bigre.”
Bi baweriya Tehsîn Qadir ji bo kontrolkirina ava Kurdistanê weke pêwîst kar nehatiye kirin. Lewma dibêje: “Bi qasî ku giringiyê didin berhemanîna gaz û petrolê, ku qazanceke lez dide, me giringî nedaye kontrolkirina avê. Bingeha avakirina dewletê beriya her tiştî ewlekariya xorakê ye, ku ew jî bi riya çêkirina bendav û gîldana avê misoger dibe.”
Tehsîn Qadir bi hejmar mînaka vala çûna ava Kurdistanê şirove dike û diyar dike: “Salane Zêya Mezin 13 heta 15 milyar metre sêcar avê dide, ti bendavek li ser nîne. Zêya Biçûk 6 heta 7 milyar metre sêcar avê dide, tenê Bendava Dokanê li ser heye û rûbarê Sîrwan xwediyê 5 milyar metre sêcar av e lê tenê Bendava Derbendîxanê li ser e.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse