Cevdet Yilmaz: Em dixwazin herêma me di aştî û aramiyê de be

21-09-2017
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Cevdet Yilmaz
Cevdet Yilmaz
Nîşan Serxwebûn Referandum Kurdistan AK Partî Cevdet Yilmaz
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Cevdet Yilmaz ragihand, ku Tirkiye li gel yekîtiya axa Iraqê ye û got: “Tirkiye alîgirê ti tevgereke ku aramiya herêmê xera bike nîne.”

 

Cevdet Yilmaz li ser giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re diyar kir, ku Serokomar, Serokwezîr û Wezîrê Derve yên Tirkiyê li ser giştpirsiyê daxuyaniyên pêwîst dane û got:

 

“Daxuyanî û peyamên ku hatine dayîn gelek aşkere û zelal in. Tirkiye li gel yekîtiya axa Iraqê ye. Piştgiriya zemîneke wisa dike ku di nav wê yekîtiya axê de mafên hevwelatiyên wî welatî bêne parastin.”

 

Yilmaz herwiha got: “Em dixwazin bi awayekî ku ji bo berjewendiya her kesî be, herêma me di aştî û aramiyê de be. Tirkiye alîgirê ti tevgereke ku aramiya herêmê xera bike nîne.”

 

Cevdet Yilmaz diyar kir, ku di 22ê Îlonê de Encumena Ewlehiya Netewî (MGK) dê vê mijarê bi awayekî berfireh biaxive û got:

 

“Komara Tirkiyê jixwe li ser vê yekê, xebatên pêwîst dimeşîne. MGK dê di 22ê Îlonê de bicive. Li wir hikûmeta me van mijaran li gel saziyên dewletê yên pêwendîdar dê binirxîne. Daxuyaniyên ku dê bêne dayîn, emê bi hev re bibinîn.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst