Parlementoya Tirkiyê civîneke neasayî pêk tîne

21-09-2017
RÛDAW
Nîşan Serxwebûn Referandum Kurdistan Tirkiye Civîn Parlemento Neasayî
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin ku Parlementoya Tirkiyê dê roja şemiyê li ser 'rojeva Iraqê' bicive.

 

Cîgirê Serokê Koma AK Partiyê Mustafa Elitaş li ser hesaba xwe ya Twitterê diyar kiriye ku Parlementoya Tirkiyê roja şemiyê civîneke neasayî dê pêk bîne.

 

Mustafa Elitaş aşkere kiriye, ku Parlementoya Tirkiyê roja şemiyê 23ê Îlonê dê li ser 'rojeva Iraq' civîneke neasayî dê bike.

 

Tê payîn ku di rûniştinê de tezkereya ku ji Hêzên Çekdarî yên Tirkiyê re ji bo pêkanîna operasyonên li Iraq û Sûriyê hatiye dayîn, saleke din were dirêjkirin.

 

Civîn beriya encamdana referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya 25ê Îlonê dê were kirin.

 

Hêjayî gotinê ye ku niha Parlementoya Tirkiyê di betlaneyê de ye û biryar bû heta 1ê Cotmehê parlemento neyê vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst