FLAŞ / New York Times: Amerîka çekên giran dide YPGê

21-09-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Hat ragihandin, ku Amerîka dê çekên giran, ku di nava wan de roketên antî-tank ên pêşkevtî jî hene, bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

 

Rojnameya New York Times a Amerîkayê di nûçeyekê de îdiayek balkêş belav kir.

 

Li gorî wê nûçeya New York Timesê, Amerîka dê alîkariyên leşkerî pêşkêşî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bike.

 

Di wê nûçeyê de tê gotin, ku Amerîka dê di çarçoveya alîkarîkirina hêzên ku li dijî terorê û DAIŞê de şer dikin, alîkariyên zêdetir ên leşkerî ji YPGê re bişîne.

 

Li gorî wan zanyariyan, rêveberiya Washingtonê dê çekên giran bide YPGê, ku di nava wan çekên giran de, roketên antî-tank ên pêşkevtî jî hene.

 

Herwiha amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku pêşkêşkirina wan alîkariyan di çarçoveya amadekariyên bo derxistina bajarê Reqa ji kontrola DAIŞê de jî ye.

 

Pêştir jî Amerîkayê çendîn caran alîkariyên leşkerî pêşkêşî YPGê kiriye.

 

Yekemîn car di dema şerê Kobanî de, Amerîkayê yekem alîkarî pêşkêşî YPGê kir û çekên ku Hêzên Pêşmerge yên Başûrê Kurdistanê weke alîkarî ji YPGê re amade kiribûn, bi firokeyên serbazî ji şervanên YPGê re xiste xwarê.

 

Piştre pêwendiyên navbera Amerîka û YPGê berfirhetir bûn û Amerîka bi sedan leşkerên xwe şande Rojavayê Kurdistanê û 2 binkeyên leşkerî li Rimêlan û Kobanî vekir.

 

Herwiha di şerê kontrolkirina Minbicê de jî, hevpeymaniya navbera Amerîka û YPGê zêdetir xuya bû, dema ku leşkerên Amerîkî mil bi milê şervanên YPGê beşdarî di şer de kirin û firokeyên şer ên Amerîkayê jî cihên DAIŞê bombebaran kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst