Çarenivîsa rojnamevanê Rojhilatî Mewlûd Afend diyar bû!

21-09-2015
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistan Mihabad Mewlûd Afend Başûrê Kurdistan Hewlêr Silêmanî Kovara Kurd-Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî zêdetir ji 3 salan çarenivîsa rojnamevanê kurd ê xelkê Rojhialtê Kurdistanê Mewlûd Afend ku li Başûrê Kurdistanê winda bibû, diayr bû.

 

Çavkaniyekî ji bajarê Mihabad ê Rojhilatê Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, ku çarenivîsa çalakvan û rojnamevanê kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Mewlûd Afend xuya bû.

 

Wî çavkaniyê han ji Rûdawê re got, ku Mewlûd Afend îro duşem 21ê Îlonê vegeriyaye mala xwe li bajarê Mihabadê yê Rojihilatê Kurdistanê.

 

Li gor gotina wî çavkaniyê Rûdawê, xizm û kesûkarên Mewlûd Afend dibêjin ku Afend çend salan li bajarê Tehranê di girtîgehê de bûye.

 

Mewlûd Afend kurdekî Rojhialtê Kurdistanê ye ku heya sala 2012an li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê dijiya.

 

Mewlûd Afend li Başûrê Kurdistanê karê rojnamevaniyê dikir û sernivîskarê kovara Îsraîl-Kurd bû ku ji aliyê Dezgeha Dostaniya Îsraîl-Kurd bi serokatiya Dawûd Baxistanî li Hewlêrê dihat çapkirin.

 

Afend ji roja 8ê Hezîran a sala 2012an dema ku ji Hewlêrê ve çû bajarê Silêmaniyê winda bû û heya niha ti agahî derbarê çarenivîsa wî de nahatibûn zanîn.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst